NÛÇE

Li Erdîşê zêdetirî 20 kesî hatin binçavkirin

Dem : 29 Avrêl 2018 Sêşem

Bi nêzbûna hilbijartinên serokkamarî û giştî re êrîşên li dijî hêzên mûxalîf jî zêde bûn. Di vê çarçoveyê de roj naçe ku li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mûxalîf bi serdagirtinên malan de neyên girtin. Niha jî polîsên dewleta tirk li Wanê bi ser malan de girt.

Li gorî agahiyên ji Wanê hatine wergirtin, di vê serê sibehê de polîsan li navçeya Erdîş a Wanê bi ser gelek malan de girtiye û lêgerîn pêk anîne. Hat zanîn ku di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Mahmut Çelebî, Halîl Yildiz, Osman Sevînç, Ekrem Nadîroglu, Kamuran Ataman, Yildirim Hasar, Zehra Hezer, Farîs Can, Halît Koç, Veysî Efe û Halît Baran jî di nav de nêzî 20 kesî hatine binçavkirin.

Têkildarî sedema binçavkirina welatiyan tu agahî nehatin bidestxistin. Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku ji welatiyên hatine binçavkirin hinek jê birine Fermandariya Cendermeyan a Erdîşê û yên din jî birine Midûriyeta Polîsan a Erdîşê. WAN

Albuma Nûçeyê