JIN

Li Êlihê kursiya jinan hat danîn

Dem : 19 Pûşper 2018 Sêşem

HDP’a Êlihê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê hezîranê de namzedên xwe û gel li Lokala Navendê anîn cem hev. Destpêka şahiyê de axaftina namzedê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş hat temaşekirin û piştre jî sînevîzyoneke li ser dîroka jinan hat temaşekirin.

Piştî vê yekê jî kursiya jinan hat danîn. Di serî de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan derket kursiyê û got ku Tirkiye bi êrîşên li ser Qendîlê kurdan tehdît dike û diyar kir ku Tirkiye bi van êrîşan sûcekî navneteweyî dike.Gokkan di axaftina xwe de qetîlama Pirsûsê ku ji aliyê AKP’iyan pêk hat şermezar kir û anî ziman ku heta kujer bên dîtin dê dozê bişopînin. Her wiha Gokkan bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku şertê aştiyê azadiya Ocalan e.

Piştre Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran derket kursiyê û anî ziman ku dadgeh bi hişmendiya li dijî jinan tevdigerin û wiha vegot: “Bi qeyûmên ku tayîn kirin li Kurdistanê polîtîkayên qirêj xistin dewrê. Bi HDP’ê re cara yekem li meclisê jin bûn xwedî gotin. Hevserokên HDP’ê avêtin girtîgehê. Ev jî nîşan dide ku ji jinan ditirsin û dixwazin ku jinan bikin kole. Lê em ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî vê hişmendiya baviksalar bernedin.” ÊLIH

Albuma Nûçeyê