ÇAND Û HUNER

Li Ehrisê hefteya çandê

Dem : 02 Tebax 2018 Pêncşem

Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê ku li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê de daye organîzekirin de şahiyek li navçeya Ehrisê ya Şehbayê li dar xist.

Cihê şahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên şoreşa bakurê Sûriyeyê û alavên kevin hatin xemilandin. Piştî rêzgirtinê, Rêveber Tevgera Kevana Zêrîn Rûmet Beko axivî û anî ziman ku çalakî wekî bersivdayîna binpêkirinên dagirkeran ên li dijî çanda gelê herêmê ye. Piştre jî, Koma Şehîd Silava ya Stranan, li gel dengê def û zirniyê stranên ji kevneşopiya Efrînê û yên şoreşgerî û Koma Viyan Soran dîlan pêşkêş kirin. Di şahiyê de, şanoya bi navê “Dil û Mejî” û stranên şoreşgerî yên koma “Serdem” a zarokan hate pêşkêşkirin. ŞEHBA

Albuma Nûçeyê