NÛÇE

Li Efrînê zilmê li gel dikin!

Dem : 17 Pûşper 2018 Yekşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ji roja dagirkirina Efrînê heta niha li ser gelê herêmê zilmeke bêeman dimeşînin. Hêzên dagirker li Efrînê mal û milkê efrîniyan talan kirin, wêran kirin û îşkenceyên dermirovî li gel kirin . Niha jî dest bi şewitandina zeviyên gelê herêmê kir.

Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên El Qaîde, DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam û OSO’yê zilma xwe ya li dijî gelê Efrînê berdewam dikin. Bi armanca guherandina demografyaya herêmê û mayîndekirina dagirkeriya li Efrînê hemû rêbazên zilmê li ser gel dimeşînin. Hêzên dagirker ji bo koçberkirina gelê herêmê jin, zarok û ciwanan direvînin. Gelek ji kesên heta niha hatine revandin hatin qetilkirin, gelek jê rastî destdirêjiyê hatin û hinek ji welatiyan jî li hemberî fîdyeyên zêde hatin berdin. 

Debara gel tune dikin

Dewleta tirk ku bû sedema koçberbûna zêdetirî 200 hezar efrîniyan, ji bo guherandina demografyaya herêmê nahêle gel vegere ser mal û milkên xwe. Jixwe li gund, navçe û navenda Efrînê jî malbatên çeteyan bicih dike û dixwaze ku dagirkeriya xwe mayînde bike. Dewleta tirk niha jî serî li rêbaza tunekirina debara gelê herêmê da. Hat zanîn ku hêzên artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê bi dehan zeviyên genim, nîsk û hwd. ên gelê herêmê şewitandin.

Her tişt şewitandin

Di nûçeyeke li ser malpera Ajansa Mezopotamyayê (MA) de jî dîmen û wêneyên talana çeteyan hatin weşandin. Di dîmenan de xuya dibe ku komên terorîst ên girêdayî dewleta tirk ji saet 03.00'yan de dikevin nav zeviyên şêniyên gundê Basilê û Bênê yên Şêrewa ya Efrînê û agir berdan zeviyan. Di dîmenan de tê dîtin ku di encama şewatê de gelek darên hinaran, zeytûnan, darên tirî û gelek zeviyên ceh û genim şewitîne.

Bi kêfxweşî zilmê dikin!

Her wiha di dîmenan de terorîstên girêdayî dewleta tirk bi kêfxweşî zeviyên gel dişewitînin û ferman didin ku hemû deveran bişewitînin. Di heman demê de ev komên terorîst dema ku welatî hewl didin agir vemirînin jî guleyan li ser welatiyan direşînin. Hat zanîn ku di encama êrîşê de gelek kuştî û birîndar hene lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Albuma Nûçeyê