NÛÇE

Li Efrînê terora çeteyan: Welatiyek bi îşkenceyê hate qetilkirin

Dem : 03 Tîrmeh 2018 Sêşem

Artêşa tirk û terorîstên wê yên li Efrînê, li ser gelê Efrînê terorê dikin. Hêzên dagirker li Efrînê welatiyê bi navê Mihemed Îbîş bi îşkenceyê qetil kir û li gundê Afrazeyê jî 8 sivîl revandin

Wehşeta dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser gelê Efrînê, berdewam dike. Roj naçe ku dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê li sûcên xwe yên şer sûceke din zêde nekin. Herî dawî jî welatiyekî ji Efrînê yê bi navê Mihemed Îbîş di encama îşkenceya hêzên dagirker de hate qetilkirin.

Kiryarên girtin, binçavkirin, revandin, îşkencekirin û talankirinê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê didomin. Li gorî agahiyên ji Efrînê, artêşa tirk û çeteyên wê welatiyê bi navê Mihemed Îbiş Nesan (55) ê ji gundê Hecî Hesna ya Jorîn bê sedem revand û paşê bi îşkenceyê ew qetil kirin.

8 sivîl hatin revandin

Heman çavkaniyê da zanîn ku çeteyan di serî de keça Îbîş revand û piştî pereyekî mezin ku ji malbatên girtin, keça Îbîş berdane. Demek piştre jî bavê malbatê Mihemed Îbîş bi xwe revandin û bi îşkenceyê jî ew qetil kirin. Çavkaniyên ji herêmê jî dan zanîn ku koma çete ya bi navê Lîwai El Şemal welatiyên bi navên Emîn Reşîd Dawid (44), Horîk Ebdo Elo (45), Emîn Mihyedîn Elo (32), Ziyad Nûrî Ziyad (38), Xebat Mihemed Hesen (27), Xalid Mihemed Nesan (35) û birayên bi navên Mihemed Ehmed Henan (34) û Ehmed Henan (30) revandin.

Çavkaniyên ji herêmê gotin ku komên çeteyan ev welatî birine girtîgeha li gundê Qobê ya navçeya Raco ya Efrînê û ji malbatên wan pereyan dixwazin da ku wan berdin. EFRÎN

Albuma Nûçeyê