NÛÇE

Li Efrînê serçeteyek jî di nav de 4 çete hatin kuştin

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

YPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wan li Efrînê li hemberî komên çete yên dewleta tirk a dagirker çalakiyên sabotajê pêk anîne. Hat zanîn ku di encama çalakiyê de tevî serçeteyekî, 4 çete hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrînê li dijî komên çete yên girêdayî dewleta tirk, rêzeçalakiyên sabotajê pêk anîne.

YPG’ê di daxuyaniyê de got ku tîmeke ji hêzên wan, di 5’ê kanûnê de li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê li dijî wesayîteke leşkerî çalakiyeke sabotajê pêk aniye û wiha dom kir: “Çalakî li dijî yek ji serçeteyên koma bi navê Sûltan Mûrad, Hamza Qerha û ajokarê wî hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de serçete Qerha û ajokarê wî hatin kuştin û wesayît bi temamî hate îmhakirin.”

Li dijî serçeteyî çalakî

Di berdewamê de jî YPG’ê daxuyand ku hêzên wan di heman rojê de li ser rêya Raco-Efrînê jî li dijî wesayîteke çeteyan ku serçeteyekî Lîwa El Şîmal, Abdullah El Zirbê tê de bû çalakî pêk anîne û hûrgiliyên çalakiyê wiha parve kirin: “Di encama çalakiya sabotajê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Lê têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal neketin destê hêzên me.”

Li navenda Cindirêsê çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêzên me di heman rojê de li navenda navçeya Cindirêsê li dijî nuqteyeke koma çete ya bi navê Feylaq El Şam çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.” EFRÎN

Albuma Nûçeyê