NÛÇE

Li Efrînê pêkanînên jenosîdê hene!

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê barbariyeke bêsînor dikin. Di nav hefteyekê de bi dehan welatî hatin revandin. Her wiha roj naçe ku hêzên dagirker talan û wêraniyê nekin. Di nav vê hefteyê de tevî zarokekî, jineke du canî jî hatin qetilkirin. Her wiha bi dehan sivîl hatin revandin

Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên El Qaîde, DAIŞ, OSO, Ehrar El Şam û El Nusrayê ji roja destpêkirina dagirkeriya Efrînê ya di 20’ê çileyê de heta niha, li ser gelê herêmê hovîtiyeke mezin dimeşîne. Piştî ku kantona Efrînê hat dagirkirin, polîtîkayên koçberkirina gelê Efrînê bi rê û rêbazên cuda xistin dewrê. Hêzên dagirker li ber çavê hemû cîhanê di asta herî jor  sûcên şer dike.

Artêşa tirk û çeteyên wê yên dagirker, di êrîşên li dijî Efrînê de bi sedan sivîl qetil kirin, bi hezaran kes birîndar kirin, zêdetirî 250 hezar sivîl koçber kirin, mal û milkê gel talan û wêran kirin û bi sedhezaran çete û malbatên wan li Efrînê bi cih kirin. Ji bo koçberkirina temamiya gelê Efrînê jî rojane bi awayeke sîstematîk efrînî tên revandin, girtin, binçavkirin, îşkencekirin û gelek jin jî tên revandin. Tenê di hefteya dawî de bi dehan sivîl hatin revandin û girtin.

Li gorî agahiyên dawî yên li ber dest bîlançoya hefteyekê ya li Efrînê wiha ye:

5’ê tîrmehê

Piştî ku artêşa tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir, şerên parvekirina talanê di navbera wan de gur bû. Di vê çarçoveyê de di navbera komên çete yên bi navê Feyleq El Şam û Ehrar El Şamê de li ser parvekirina sewalan şer derket. Di encamê de jî ji herdu aliyan jî kuştî û birîndar çêbûn.

 

 

 

6’ê tîrmehê

Barbariya komên çete û artêşa tirk a li Efrînê bû sedema qetilkirina bi dehan zarokan jî. Di vê çarçoveyê de komên çete li Cindirêsê bi awayekî bê serûber gule li derdorê reşandin. Di encama gulebaranê de jî zarokê bi navê Şiyar Bekir (15) şehîd bû. Cenazeyê Bekir li gundê Qurbe yê Cindirêsê hate definkirin.

 

 

 

7’ê tîrmehê

Di roja 7’ê tîrmehê de koma çete ya Feyleq El Şam û El Hamzatê li gundê Satiya yê Cindirêsê Çavkaniyek ji gundê Satiya yê girêdayî herêma Cindirêsê du welatî revandin. Herdu welatî jî piştî berdêla pereyeke giran hatin berdan. Her wiha li heman gundî mala Ehmed Hiso hate desteserkirin û veguherandin baregeha leşkerî. Her wiha çeteyan li Satiyayê zeviyên simaqê talan kirin.

 

8’ê tîrmehê

Di 8’ê trmehê de jî koma çeteyan û artêşa tirk li Efrînê rewşa awarte ragihand û 30 wesayîtên tije çete jî şandin Racoyê. Di heman rojê de çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku koma çete ya Lîwa El Şemal, El Cebhe El Şamiye û Ehrar El Şerqiyayê welatiyên bi navên Emîr Mistefa bîn Mihemed bin Nûr (20), Gilgil Hemû Bîn Menan (55), Mihemed Hesen Bîn Abidîn (30) û Xebat Şahîn Bîn Mustefa (31) revandin. Di heman demê de koma çete li hemû ciwanên li gund îşkence kirin, mal û milkê welatiyan jî talan kirin.

Di heman rojê de koma çete ya El Hemzatê li gundê Berad ê Şêrawayê xwestin dest deynin ser milkên malbata Hemdî Ebdo (70) û hevjîna wî Sultana Xelîl Naso (70). Li ser neqebûlkirina malbatê jî çeteyan bi darê zorê 250 hezar LS ji malbatê stend. Koma çete careke din bi ser malê de girt û çeteyê bi navê Ebû Elî Heyanî heta ku Sultana Xelîl li ser hişê xwe çûy, lê xist. Di encamê de jî Xelîl ji ber derbên mirinê, jiyana xwe ji dest da. Hevjînê wê Hemdî Evdo jî revandin. Çeteyan nehiştin tu kes nêzî cenazeyê Sultanayê bibe.

9’ê tîrmehê

Li Efrînê bêguman herî zêde jin rastî êrîşên hêzên dagirkeran tên. Di 9’ê tîrmehê de leşkerên artêşa tirk û çeteyên wê welatiya bi navê Dilovan Îsmet Şêxo ya ji gundê Cilbirê ya Şêrawayê ku 21 salî bû û ji hovîtiya dewleta tirk direviya, dema ku dixwest derbasî bakurê Kurdistanê bibe qetil kir. Xizmên Dilovan cenaze li gundê Kefer Beterayê defin kir.

Di heman rojê de çavkaniyên ji Cindirêsê jî ragihandin ku koma çete ya Feyleq El Şam’ê ji gundê Baziyê ciwanê bi navê Egît Hesen Silêman (25) revand. Çavkaniyan dabû zanîn ku beriya niha jî çeteyan 3 caran Silêman revandibû. Her wiha di heman rojê de çeteyan li gundê Cobanayê li şêniyê bi navê Mamo Mamo (80) û keça wî ya astengdar îşkence kiribûn. 600 hezar Lîreyê Sûriyeyê pereyên wan jî dizîbûn.

Tevî van hovîtiyan, artêşa tirk û çeteyên wê berhemên dîrokî jî dizîn û darên zeytûnan ji kokê ve rakirin. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku komên çeteyan tevî artêşa tirk di 9’ê tîrmehê de bermahiyên kevnar û şûnwarên gundê Sêwiya û deşta Kitixê yên Mabetayê dizîne û birinê Tirkiyeyê. Her wiha darên zeytûnan ên heman gundî jî rakirine.

 

10’ê tîrmehê

Welatiyên efrînî yên li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ragihandin ku komên çeteyan û artêşa tirk di 10’ê tîrmehê de xwe li taxê bi cih kirine. Di heman rojê de jî welatiyê bi navê Mehmûd Şêx Îbrahîm (36) revand û birin cihekî nediyar. Heman welatî du meh berê ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û rastî îşkenceyê hatibû.

 

 

11’ê tîrmehê

Komên çete yên dagirker di 11’ê tîrmehê saet derdora 16.42’yan de bi fuze û topan gundê Beynî yê Şêrawa ya Efrînê topbaran kir. Di encamê de jî zeviyên welatiyan şewitîn. Di heman rojê de çavkaniyên ji gundê Sariyayê dan zanîn ku koma çete ya bi navê Tabûra El Ehfad malên welatiyên bi navên Menan Heskilek (keya), Henîf  Zalo, Mihemed Zalo û Nebîla Musteşar şewitandine. Piştre jî çeteyan ev mal weke kargehên leşkerî bikar anîn. Çavkaniyên ji Bedînya Racoyê jî  dan zanîn ku komên çete yên Lîwa El Muntesir Billah, Lîwayê Mihemed El Fatîh û Ehfad El Resûl kargeha betaniyan a El  Ehram a dikeve ser rêya Racoyê şewitandine.

Pêkanînên çeteyan ên hovanê di 11’ê tîrmehê de tenê bi van bi sînor neman. Di heman rojê de artêşa tirk ji gundê Kobaka yê Mabeta yê kantona Efrînê 10 welatiyên bi navên Mihemed Nûr Îbrahîm (55), Iyanet Hemo kurê Henan (55), Menan Iyanet Hemo (30), Hesen Hemo kurê Reşad (46), Mistefa Mihemed Silêman (43), Fadil Hesen Yasîn (31), Kenco Hesen kurê Muxtar (55), Mistefa Hesen kurê Şêxo (30), Abdîn Hesen kurê Muxtar (58) û Gulgul Hemo kurê Henan (51) revandin. Li gorî agahiyan welatî rastî îşkenceyê hatin û mal û milkê wan jî hate talankirin.

12'ê tîrmehê

Şêniyên gundê Mosaka yê girêdayî Raco ya Efrînê dan zanîn ku hêzên artêşa tirk û çeteyên wê welatiyên bi navên Seyîd Hisên Mûsa (60), Xalid Hisên Mustefa (47), Enwer Elî Muslim (26) û Selah Elî Betal (23) bêyî ku hincetekê nîşan bidin, revandine. Di heman demê de wesayîta Xalid Hisên Mustefa jî hate desteserkirin. Di heman rojê de çeteyan li gundê Sariya yê Mabeta ya Efrînê jî avahî û kargehên gel şewitandin.

 

Albuma Nûçeyê