NÛÇE

Li Efrînê çi diqewime?

Dem : 09 Îlon 2018 Yekşem

Zilma dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser gelê Efrînê berdewam e. Hat zanîn ku komên çete li Efrînê kiryarên xwe yên weke girtin, binçavkirin, îşkencekirin û kuştinê didomînin. Di rojên dawî de jî 10 sivîl hatin revandin. Li dijî van binpêkirinan jî YPG’ê çalakî pêk anî 2 çete hatin kuştin

Hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Qaîde, El Nusra, Ehrar El Şam û OSO’yê li Efrînê zilmeke bêeman li ser şêniyên efrînî dikin. Hêzên dagirker ji bo guherandina demografyaya herêmê bênavber malbatên çeteyan li navend, navçe û gundên Efrînê bi cih dikin, li hêlekê hemû bermahiyên dîrokî tune dikin û didizin û li hêla din jî kiryarên xwe yên weke girtin, binçavkirin, îşkencekirin û kuştin ên li ser gel dimeşînin.

Welatiyên ku ji Efrînê ji neçarî reviyan Kantona Şehbayê di serpêhatiyên xwe de vê rastiyê radixin berçavan. Li hêlekê jî şervanên YPG/YPJ’ê çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dagirker didomînin. Ji welatiyên Efrînê R.H. ku ji ber ewlehiya malbata xwe nexwest navê xwe aşkera bike û ji ber zilma çeteyan tevî 2 zarok û hevjîna xwe ji Efrînê koçberî kantona Şehbayê bû, ji nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi Şervîn Mûstefa re axivî.  

Bacê li ser gel ferz dikin

R.H. anî ziman ku hêzên dagirker bi hezaran kes ji derve anîne û li Efrînê bicih kirine. H. dibêje ku Efrîn bi temamî hatiye guhertin û wiha didomîne: “Mirov êdî weke biyaniyekî li Efrînê digere. Bifikire ku li ser axa xwe mirov rastî heqareta biyaniyan tê lê tiştek ji destê te nayê. Mal û milkê gel tê desteserkirin. Efrînê weke milkê bavê xwe dibînin. Li welatiyan 500 dolaran bacê ferz dikin. Ji bo wesayît û erd jî bacê li ser gel ferz dikin. Rojane sivîl tên revandin. Zêdetirî 50 komên çete li Efrînê ne.”

‘Girtîgeh veguherandine cihê fihûşê’

Di berdewamê de jî H. diyar kir ku her komeke çete ji bo xwe girtîgehek vekiriye û wiha pê de çû: “Sivîlên ku tên revandin li van girtîgehan rastî her cureyên îşkenceyan tên. Hin çete jî girtiyan radestî dewleta tirk dikin an jî dibin herêmên ‘Mertalê Firatê’.  Ji ber ku dîmenên leşkerên dewleta tirk ên ku deverek diteqand kişandin, li pêş çavên min 8 kes revandin. 10 roj piştre kesek vegeriya. Lê ji ber îşkenceyê nedikarî xwe li ser lingan bigire. Jin jixwe nikarin ji tirsan derkevin. Rastî revandin û destdirêjiyê tên. Girtîgeha çeteyan a jinan veguheriye mala fihûşê. Çeteyan fermanek derxist û got ku dê ji sedî 50 berhemên zeytûnan ji wan re bên dayin. Çete niha ji ber çalakiyên YPG’ê di nav tirsê de ne. Ji ber vê jî derketina derve ya bi şev qedexe dikin. Bi şev ditirsin bilivin.”

10 welatiyên sivîl hatin revandin

Li gorî agahiyan, komên çete yên Ehrar El Şamê yên girêdayî dewleta tirk li gundê Kurzêlê yê Şêrewa ya Efrînê yek jê jin bi giştî 10 welatiyên sivîl revandin. Navên kesên hatin revandin wiha ne: “Henan Şêrwayî, Ferhad Ebdo, Mûsa Ebdo, Mistefa Mehmûd, Zekî Îbiş, Henan Îbo, Ferîd Kalo, Mistefa Kalo, Zekî Kalo û Emîne Nûrî Ebdo.” Çavkaniyan got ku welatî rastî îşkenceyên kirêt û giran hatine. Çavkaniyan diyar kir ku çete ji malbatên welatiyan pereyan dixwazin.

Li ser bedena welatiyan plastîk helandin

Zexta çeteyên hov a li ser gelê Efrînê bêguman bi vê tenê bisînor nîne. Çavkaniyekî ji gundê Coqê yê Efrînê da zanîn ku leşkerên dewleta tirk û çeteyên koma Feyleqa Duyemîn bi ser gundê Coqê de girtine û 5 sivîl revandine. Çavkaniyan anî ziman ku çeteyan li hemberî berdana wan jî ji malbatên kesên hatin revandin, pere hatine xwestin. Çavkaniyan destnîşan kir ku arteşa tirk li ser bedena welatiyan plastîkan dihelîne.

Çete bihev ketin

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku komên çete yên Ehrar El Şerqiya û Ehrar El Şamê li gundê Dîkê yê Bilbil a Efrînê bihev ketin. Hat zanîn ku di şer de ji her du aliyan 3 çete hatin kuştin. Çavkaniyan ragihand ku bi rûdana şer re çeteyên Ehrar El Şamê 3 wesayîtên şêniyên gund desteserkirin û tevî malbatên xwe ji gund reviyan. Her wiha çavkaniyan got ku li taxa Efrînê Kevin a Efrînê jî çeteyan hemleya serdegirtina malan daye destpêkirin û hemû alavên gel desteserkirine.

YPG: 2 çete hatin kuştin

Li dijî van binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê, çalakiyên şervanên YPG û YPJ’ê jî berdewam in. Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyek da. YPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de li navçeyên Raco û Şera yên Efrînê di rojên 7 û 8’ê îlonê de çalakî pêk anîne. YPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 7’ê îlonê de li Şerayê li dijî koma  çete ya El Hemzeyê çalakî pêk anîye û çeteyê ji Ezazê yê bi navê Ebdulrehman El Zahir kuştiye. YPG’ê daxuyand ku di çalakiya 8’ê îlonê ya li Racoyê de jî hêzên wan koma çete ya Ehrar El Şerqiye hedef girtiye û çeteyek hatiye kuştin.

Albuma Nûçeyê