NÛÇE

Li Efrînê 6 çeteyên din hatin kuştin

Dem : 14 Îlon 2018 În

Şervanên YPG’ê li navenda Efrînê li dijî hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê sê çalakiyên cuda li dar xistin. Di encama çalakiyê de 6 çete hatin kuştin û gelek çete û leşkerên dagirker jî hatin kuştin. Hat hînbûn ku bi zêdebûna çalakiyan re çete û leşkerên dagirker jî ketine nav tirs û xofê

Çalakiyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên li navenda Efrînê berdewam in. Şervanên YPG/YPJ’ê bi çalakiyên bi bandor, tirseke mezin xistiye dilê hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê. Têkildarî çalakiyên dawî, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyek weşand û da zanîn ku hêzên wan li navenda Efrînê 3 çalakiyên cuda lidar xistine.

Navenda ragihandinê destnîşan kir ku hêzên wan di 13’ê îlonê de li dijî komên çeteyan 3 çalakiyên cuda lidar xistine û ev agahî parve kirin: “Hêzên me li cihekî di navbera taxên Tirindê û El Meqlayê ya li navend a Efrînê li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên Ehrar El Şamê ku navê yekî Mûstafa Mûhammed Alî ye hatin kuştin. Her wiha 3 leşkerên tirk û çeteyek jî birîndar bû.”

Li dijî ‘Polîsên Leşkerî’ çalakî

Di dawiya daxuyaniyê de jî YPG’ê ev tişt anîn ziman: “Tîmeke girêdayî hêzên me li taxa Tirindê li dijî yekîneyên qaşo ‘Polîsên Leşkerî’ çalakiyeke cuda li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. Di heman rojê de yekîneyeke me li navenda Efrînê çalakiyeke cuda li dar xist û di encama çalakiyê de çeteyên bi navên Abdulrahman El Kurdî û Fehd El Dervîş hatin kuştin.” EFRÎN

Albuma Nûçeyê