NÛÇE

Li Efrînê 4 çeteyên dagirker hatin kuştin

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di navbera 9 û 10’ê cotmehê li Efrînê rêzeçalakî pêk aniye. YPG’ê diyar kir ku di encama van çalakiyan de 4 çete hatin kuştin

Çalakiyên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên li kantona Efrînê berdewam in. Di çarçoveya çalakiyan de  hem li navend û hem jî li navçe û gundên Efrînê derbên giran li hêzên dagirker tên xistin. Têkildarî pevçûnên dawî, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyek da. YPG’ê da zanîn ku di encama çalakiyan de 4 çete hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê de, hêzên wan li Efrînê li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyê wê çalakiyên xwe berdewam dikin. YPG’ê daxuyand ku hêzên wan di navbera 9 û 10’ê cotmehê de li navçeyên Şiyê, Raco û Cindirêsê yên Efrînê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîne.

Navendê da zanîn ku di 9’ê cotmehê de yekîneyeke wan li gundê Hec Hesna yê Şiyê, li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çete ya bi navê Siltan Mehmed çalakiya sabotajê pêk anîne û ev agahî parve kir: “Di encama çalakiyê de çeteyên bi navên Nîhad El Mehmûd û Nîzar El Idlibê hatin kuştin.”

2 çalakiyên cuda hatin lidarxistin

YPG’ê diyar kir ku di 10’ê cotmehê de jî yekîneyeke wan li gundê Dumiliya yê Racoyê li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çete ya bi navê El Mutasim çalakiyek bi bandor pêk anîne û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Xalid Ebdilla yê ku bi eslê xwe ji Idlibê ye, hate kuştin. Di heman rojê de yekîneyêke me li gundê Dêrbelût ê Cindirêsê li dijî koma çete ya bi navê Siltan Mûrad çalakiya segvaniyê pêk anî. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Muhemed El Hesen ku ji Idlibê ye hate kuştin.” EFRÎN

Albuma Nûçeyê