NÛÇE

Li Efrînê 110 ciwan hatin revandin!

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Hovîtiya hêzên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê yên DAIŞ, El Qaîde, Ehrar El Şam, El Nusra û OSO’yê ya li ser gelê Efrînê berdewam e. Roj naçe ku hêzên dagirker li Efrînê, li dijî gelê Efrînê sûcên şer nakin. Hat zanîn ku artêşa tirk û çeteyên wê di nava du rojên dawî de li Efrînê zêdetirî 110 ciwan revandin.

Li gorî nûçeya bi îmzeya Basil Reşîd a li ser malpera Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), hêzên artêşa tirk û çeteyên wê du roj berê li navçeya Mabeta ya Efrînê 110 ciwan revandin. Têkildarî mijarê çavkaniyên ji herêmê agahî dan û diyar kirin ku artêşa tirk û çeteyên wê bi ser malan de girtine û bi darê zorê jî ciwanên efrînî revandine.

Navên 38 ciwanan hatin diyarkirin

Çavkaniyên ji Mabetayê dan zanîn ku wan hîn navên hemû ciwanan nezaniye û navên 38 ciwanên ku hatin revandin jî parve kirin. Navên 38 ciwanan wiha ne: “Selahadîn Mihemed, Kamîran Eskotko, Misefa Reşîd Qilindir, Hisên Îşano, Hisên Hesen Bekir, Elî Mustefa Elûş, Hisên Birîm Bekir, Şêrgil Adlo, Mihemed Elî Şêxo, Abdîn Şêxo, Welat Şêxo, Dilo Qilindir, Abdîn Umer Qile, Elî Henan Hemzîno, Hêcan Hebeş, Ebdo Muxtar, Pêşwar Mihemed Elî, Xelîl Mihemed Elî, Cîhad Yûsif Fetûma, Hisên Hisên Mişko, Ferhad Hemaço, Gîvara Zekî Ehmed, Elûto Elûto, Reşîd Mûrad Qasim, Mûrad Reşîd Qasim, Mûrad Mûrad, Nedîm Arif, Kazim Arif, Cuma Qasê, Mihemed Qasê, Mihemed Qilindir, Elî Nûrî Mihemed (Ebû Nûrî), Hemîd Mihemed Elî, Xelîl Birîm Bekir, Remzî Şabo, Kamîran Şabo, Selah Şabo û Zihêr Şabo.” 

Gule li çalakvanan barandin

Di berdewamê de jî çavkaniyan gotin ku ciwanên hatine revandin rastî îşkenceyên giran hatine. Hat zanîn ku li dijî ev hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê, jinên navçeyê jî li navenda navçeyê çalakî pêk anîne. Di çalakiyê de jinan bang li dewleta tirk û çeteyên wê kirin ku demildest ciwanan berdin. Çavkaniyan daxuyand ku çeteyan jî li çalakvanên jin gule barandine û di encamê de jinek ji destê xwe birîndar bûye.

Ji malbatê xeracê dixwazin

Hat zanîn ku çeteyên ciwanên efrînî revandin, li hemberî berdana her ciwanekî jî ji malbatên ciwanan 50 hezar LS xeraç xwestine. Çavkaniyên destnîşan kirin ku hinek ciwanên ku malbatên wan pere dane, hatin berdan lê hîn gelemperiya ciwanan weke rehîne tên ragirtin. Herî dawî jî çavkaniyan ragihand ku girtin, revandin û îşkenceya ku li navenda Mabeta û gundên wê yên Mîrkan û Kaxirê tên kirin, didome. EFRÎN

Albuma Nûçeyê