NÛÇE

Li Efrînê 10 dagirker hatin kuştin

Dem : 22 Îlon 2018 Şemî

NAVENDA NÛÇEYAN

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li navçeyên Cindirês, Şera û Mabetayê çalakî li dar xistine. YPG’e da zanîn ku di encama çalakiyên hêzên wan de zêdetirî 10 çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li navçeyên Cindirês, Şera û Mabeta yên Efrînê çalakiyên cur bi cur li dar xistine. YPG’ê da zanîn ku di encama çalakiyên hêzên wan de gelek çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de YPG’ê diyar kir ku di 19’ê îlonê de hêzên wan li navenda Efrînê li dijî wesayîteke leşkerî ya artêşa tirk a dagirker çalakiyek pêk anîye û di encama çalakiyê de 2 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Navenda ragihandinê destnîşan kir ku hêzên wan di 20’ê îlonê de jî li cihekî di navbera gundên Gazê û Mezin ên navçeya Mabetayê li dijî wesayîteke leşkerî ya çeteyên Feylaq El Şamê çalakî pêk anîye û di vê çalakiyê de jî 4 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.

Tankek hat rûxandin

YPG’ê ragihand ku hêzên wan di roja 21’ê îlonê de jî di navbera gundên Xezawî û Îska yên navçeya Cindirêsê de li dijî tankeke bi tîpa T55 a koma çete ya Feylaq El Şamê çalakî pêk anîye û di vê çalakiyê de jî tank bi temamî hatiye rûxandin û çeteyek hatiye kuştin.

Agahî sererast kirin

Daxuyaniya YPG’ê wiha bi dawî bû: “Me ragihandibû ku di 20'ê îlonê li qadeke di navbera gundên Xalta û Gobelê yên navçeya Şera ya Efrînê de di çalakiyekê de 2 leşkerên tirk ên dagirker hatibûn kuştin. Li gorî agahiyên nû yên gihîştin ber destê me di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne."

Albuma Nûçeyê