ÇAND Û HUNER

Li dijî nîjadperestiyê pirengînî

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Mûrada KENDA / ANHA

Malbata Nehîr Henna ji komkujiya Seyfo ji bakurê Kurdistanê bajarê Mêrdînê navçeya Mîdyadê koçberî Rojava bûn û li bajarê Qamişlo bi cih bûn.

Nehîr Henna di sala 1980’an de li Qamişlo ji dayîk dibe. Ji bo pêdîviyên jiyanî yên malbatê di 20 saliya xwe de berê xwe dide Halebê. Li vir çêkirina nîşaneyên oldan dibe û piştî ferbûna kar bere xwe dide bajarê Qamişloyê. Beriya 10 salan li Sûka Qamişlo dikana xwe vedike û nîşanêyên hemû olan li vir bi destên xwe çê dike û difroşê.

Li hemberî olperestî, yekpêrestî û nîjadperestiyê Nehîr Henna nîşanêyên hemû olan dest digre û tablo, tizbî, hingûlîsk, gerdenîk û her wekî din çêdike. Li ser tabloyan ola Xrîstiyanî ku temsîl dike wenêyê Hz Meryem, ola îslamiyet, sembolên ola cihû û baweriya êzidiyan wenêyên Zerdeşt û hwd. çêdike. Nehîr wenêyan olan li ser makînê wenêyan bi cih dike û dema ku ji makînê derdikeve derdora tabloyê jî dixemilîne.

‘Nikarin pirengiyê bikujin

Nehîr Henna li ser karê xwe diyar dike ku pêwîstiya hemû gelan bi wî karî heye da ku yekpêrestî were kuştin û ev tişt anî ziman: “Gel di milê olî de çi dixwazê ez çêdikim. Karê xwe hez dikim. Kurd, ereb, sûryan hemû pêkhate tên li gel min, tiştên ku dixwazin ez ji wan re amade dikim. Ev karekî demkî nîne. Kesên ku ji wî karî hez neke nikarê berdewam jî bike. Li gel min 10 kes kar kirin lê mixabin hezkirina wan ji kar re tunebû û dev ji kar berdan. Li dijî yekpêrestiyê û nijadperestiyê dewleta tirk a dagirker nîşanên pir olî û baweriyan ez ê xurttir hewl bidim ku çêbikim. Pirengiya me nikarin bikin yek reng.”

Albuma Nûçeyê