POLÎTÎKA

‘Li dijî dagirkeriyê helwestên şênber lazimin’

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Zahir ÎBRAHÎM / HEWLÊR - ROJNEWS

Nûnerên partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê da zanîn ku dewleta tirk bi hestên faşîzan êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Nûneran da zanîn ku divê li hemberî vê dagirkeriyê hemû partiyên siyasî xwedî helwestên zelal bin û banga rawestandina êrîşan li hikûmeta Başûr û Iraqê kir

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de jî gelek herêmên başûrê Kurdistanê dagir kir û rojane jî herêmên Behdînan, Qendîl, Baleyan û Biradostê bombebaran dike. Li hemberî vê dagirkeriya dewleta tirk, gelê başûrê Kurdistanê jî bi bertek e. Têkildarî mijarê nûnerên Tevgera Nifşê Nû û Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê yên Soran a Hewlêrê axivîn û li dijî dagirkeriyê, banga serhildanê li gelê Başûr kir.

Der barê mijarê de berpirsê Şaxa 12’an a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya Soranê Uqêl Seîd Weysî anî ziman ku ew li dijî destwerdan û binpêkirina li ser xaka Kurdistanê ne û wiha domand: “Kêşana leşkeran a li ser sînor, metirsîdar e. Em dixwazin ku dewleta tirk leşkerê xwe ji herêmê paşve bikşîne. Divê em bi tu awayî destûr nedin ku welatên herêmê bikevin nava axa me. Sedema vê yekê lawaziya YNK û PDK’ê ye. Ev her du partî hemû kar û barê hikûmetê di destê xwe digirin. Ji ber vê jî her tim bi dagirkeran re di nava pêwendiyan de ne.”

Bang li hikûmetê kir

Nûnerê  Tevgera Nifşê Nû yê Soran Xalis Fikrî jî diyar kir ku partiya wan dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dike û wiha got: “Divê dewleta tirk a dagirker siyaseta xwe ya dijminane careke din li ber çavan derbas bike. Hewldanên dewleta tirk dibe sedema binpêkirina mafê mirovan û serweriya axa başûrê Kurdistanê. Ji bilî faşîzm û nîjadperestiyê, tu sedemeke din a vê dagirkeriyê nîne. Em ji hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê dixwazin ku di zûtirîn dem de van êrîşan bidin sekinandin. Ji bo vê yekê jî divê zextê li qada navneteweyî bikin.”

Xwest ku hemû partî xwedî bertekên zelal bin

Têkildarî mijarê çavdêrê siyasî Necat Yûsif jî axivî û bêdengiya hêzên siyasî ya li hemberî dagirkeriyê rexne kir. Yûsif destnîşan kir ku  li dijî dagirkeriya dewleta tirk pêwîstî bi helwestên şênber a partiyên siyasî û gel heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû partî li hemberî dagirkeriyê xwe bertekên zelal bin. Ne tenê bi daxuyaniyan, divê dakevin qadan.”

Albuma Nûçeyê