NÛÇE

Li dijî dagirkeriyê gelê Başûr dadikeve qadan

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Dewleta tirk û hikumeta AKP’ê bi armanca tunekirina destkeftinên gelên kurd, dest bi dagirkirina axa başûrê Kurdistanê kir. Di vê çarçoveyê de zêdetirî 23 km’yan sînorê Başûr binpê kir û hewldide ku hebûna xwe li vê herêmê mayînde bike.

Li dijî vê hewldana dagirkirinê, dê sibe (26 gulan) li hemû navçe û bajarên başûrê Kurdistanê meş û çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

Cih û dema xwepêşandanan wiha ne:

Silêmanî: Saet 16:00, meşa ji Parka Nalî heta Baxê Giştî

Hewlêr: Saet 21:00, Parka Şanedar

Germiyan: Saet 21:00, meşa ji Parka Leyla Qasim ber bi sûkê ve

Kerkûk: Saet 10:00, li Navenda Tevgera Azadî ya Kerkûkê wê daxuyanî bê dayîn

Koyê: Saet 21:00, li Çarêyana Sewzê wê daxuyanî bê dayin

Ranya: Saet 16:00, ji Baxê Giştî ber bi Mizgefta Seyîd Qadir wê meş bê kirin

Çemçemal: Saet 16:00 wê li ber Zanîngeha Çermo daxuyaniyek bê dayin. ROJNEWS

Albuma Nûçeyê