POLÎTÎKA

Li dijî biryara DYA’yê bertek zêde dibin

Dem : 09 Sermawez 2018 În

DYA’yê diyar kir ku kî cihê pêşengên Tevgera Azadiya Kurd; Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Duran Kalkan ragihîne dê bi pereyan were xelatkirin. Li dijî vê biryara DYA’yê bertekên gelê kurd zêde dibin. KCK’ê da zanîn ku ev biryara DYA’yê berdewama Komploya Navneteweyî ye

Ev biryara xelatên milyonan a li dijî rêber û şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê, erê pir girîng e lê ne tiştekî ecêb û matmayî ye. Ev biryar girîng e, ji ber ku bi vê helwesta xwe DYA’yê, di kesayeta van rêberên têkoşer de, careke din li hember gelê kurd û hemû gelên Kurdistanê bê edaletiyek û bêexlaqiyek mezin nîşan da.

Amerîkayê di 6’ê mijdarê de biryar da ku kî cihê sê pêşeng û şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrad Karayilan û Dûran Kalkan ragihîne dê 12 milyon dolar bide. Ev biryara Amerîkayê rastî gelek bertekan hat. Di vê çarçoveyê de parlamenterê berê yê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Salar Mehmûd jî daxuyaniyek da.

Salar Mehmûd diyar kir ku cihê şoreşgerên kurd di nava dilê xelkê Kurdistanê de ye û wiha got: “Cîhan li şûna mehkûmkirina dagirkerên Kurdistanê, azadîxwaz û qurbaniyên siyaseta sitemkariyê ji aliyê navneteweyî ve tên sizakirin. Fermo bi aştiyê mafên rewa yên gelê kurd bidin. Bila kurd tim nefretê ji çek û şer bikin. Xebatên şaredariyê dikin; diavêjin girtîgehan, xebatên parlamentoyê dikin; dîsa diavêjin girtîgehan. Li qadan çalakiyên medenî dikin; diavêjin girtîgehan. Çiyayên xwe diparêzin; êrîşî wan dikin. Kurd çi bikin? Li hemberî vê neheqiya cîhanî ya dîrokî divê kurd yekgirtî bin. Pişta hev bigirin. Li her cihekî cîhanê parastina her kurdekî erkekî niştimanî ye.”

Li ser tora civakî bertekên gel

Li ser torên civakî jî gelek kesan bi peyam û wêneyên her sê şoregşerên kurd bertek nîşan da.

Nivîskar Ezîz Reûf li ser hesabê xwe yê tora xwe ya civakî ev tişt vegot: “Ez dizanim cihê van sê bazan li ku derê ye. Ez ji bo we bêjim? Ev sê baz di dilê min de ne. Ev baz ne yên firotinê ne. Ew bazên di nava berfa spî ya çiyan de ne. Hûn jî qirêjkerên şaristaniyê ne. Ew mirov û hûn robot in. Werin bêjin ew sê baz li ku derê ne, ez ê ji we re bêjim.”

Her wiha gelek welatî di peyamên xwe de biryara Amerîkayê şermezar kir û aşkera kir ku divê kurd bibin xwedî helwest û banga yekitiyê li kurdan hat kirin.

Banga xwedîderketinê kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi daxuyaniyeke nivîskî biryara Amerîkayê şermezar kir û wiha vegot: “Tevgera PKK’ê tevgereke ku ji bo hemû hebûna gelan bûye çavkaniya jiyana azad, di heman demê de bûye tirsa hêzên tarî yên ku jiyan li jina û hemû mirovahiye tarî kiriye. Em van daxuyaniyan şermezar dikin û ev tê wateya êrîşkirina hemû mirovahî û jinan. Çawa ku me li hemberî hemû planên neyarên gelan li ber xwe da, em ê li hemberî van planan jî derbikevin. Tu hêz nikare felsefeya Rêber Apo ji PKK’ê qut bike, PKK’ê jî ji gelan qut bike.”

Her wiha TAJÊ’yê di serî de bang li civaka êzidî li hemû civak û kesên demokrat kir ku li hemberî êrîşên bi vî rengî bêdeng nemînin. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê