NÛÇE

Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

Walîtiya Colemêrgê roj naçe ku qadên jiyanê yên gelê herêmê tengtir nake. Di vê çarçoveyê de bi hinceta ‘operasyonên leşkerî’ gund, zozan û zomên bajar û navçeyên wê tên qedexekirin û nahêlin ku gelê herêmê bi tu awayî têkevin van herêman.

Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nû careke din ragihand ku li bajar 30 herêmên din ji gelê herêmê re bi hinceta ‘Herêmên Ewlekariya Taybet’ ji bo 15 rojan hatine qedexekirin û bûne qadên leşkerî. Di daxuyaniya têkildar de walîtiyê ev tişt parve kirin: “30 herêmên ser sînorên navçeya Gever, Şemzînan, Çelê û navenda Colemêrgê, ji ber ewlekariya taybet ji 08 heta 22’yê hezîranê ji ketin û derketina sivîlan hatiye qedexekirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka havînê heta niha walîtiya Colemêrgê li bajar bi hincetan şer, herêmê qedexe dike û ev jî dibe sedema mexdûriyetên mezin. Gelê herêmê ku gelemperiya wê karê sewalkarî û hilberînê dike, ji ber van qedexeyan hatine ber asta îflasê. Li gorî agahiyên ji herêmê, ji ber van sepandinên walîtiyê gelek malbatên li gundewarên Colemêrgê koçî metropolan dikin. COLEMÊRG

Albuma Nûçeyê