NÛÇE

Li başûrê Kurdistanê 2 teqîn pêk hatin

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Di demên dawî de bi taybetî jî li herêmên binîqaş ên başûrê Kurdistanê êrîşên bombeyî zêde bûn. Ji duh heta niha yek li Kerkûkê yek jî li Tîkrîtê jî teqîn pêk hatin. Di encama teqînan de bi giştî 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 8 welatî jî birîndar bûn

Li ser rêya Kerkûk û Bexdayê ya li nêzî depoya tekelan a Kerkûkê, saet di derdora 08:00’an de teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên ji çakvaniyên hêzên polîsan, di encama teqînê de welatiyekî jiyana xwe ji dest daye û 4 welatî jî birîndar bûne.

Heta niha tu hêzan teqîn negirtine ser xwe. Der barê mijarê de hêzên polîsan jî li cihê teqînê xebatên lêkolînê dan destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tîkrîtê jî da zanîn ku duh 2 teqînên cuda pêk hatine. Hêzên ewlehiyê jî diyar kir ku şevê din di saetên dereng de li pişt benzînxaneya Tîkrîtê bombeyek hatiye teqandin. Hêzên ewlehiyê destnîşan kir ku di encama teqînê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 4 welatî jî birîndar bûn.

Di berdewamê de jî hêzên ewlehiyê ragihand ku teqîna duyemîn jî di encama teqandina bombeya ku di wesayîta bi modela Toyoto Corala de hatibû bicihkirin pêk hatiye. Hêzên ewlehiyê ragihand ku di encama vê teqînê de tu xesarên canî çênebûne. Di encama teqînê de ziyanên madî pêk hatine. KERKÛK

Albuma Nûçeyê