JIN

Li Başûr rêjeya şîdetê zêde bûye

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Li gorî daneyên fermî yên Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Jinan a li Herêma Kurdistanê, di nava 9 mehên destpêkê yên îsal de, li Herêma Kurdistanê 7 hezar û 573 bûyerên şîdet, kuştin, xwekuştin, şewat, xweşewitandin û destdirêjiya zayandî yên li jinan hatine tomarkirin.

Li gorî daneyan di nava 9 mehên destpêkê yên îsal de 37 jin hatine qetilkirin û 54 jinan jî xwe kuştiye.

Her wiha 113 jin şewitîne, 90 jinan jî xwe şewitandiye. Li gorî daneyên hatine aşkerakirin, 87 bûyerên destdirêjiya zayendî ya li jinan qewimîne û 7 hezar û 192 gilî hatine tomar kirin. Bi giştî 7 hezar û 573 bûyerên şîdeta li jinan pêk hatine.

Her wiha li gorî daneyên Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Jinan a li Herêma Kurdistanê şîdeta li jinan li gorî sala borî gelek zêde bûye. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê