ÇAND Û HUNER

Li Başûr ‘Hûnera Hevsengiya Larî’

Dem : 17 Kewçer 2018 Çarşem

Zahêr ÎBRAHÎM / HEWLÊR – ROJNEWS

Li başûrê Kurdistanê ciwanekî kurd bi rêya rêzkirina beran hunerek cuda derdixe holê. Ciwanê kurd Sefîn Hisên navê hunera ku derxistiye holê jî kiriye ‘Hunera Hevsengiya Larî’

Ciwanê bi navê Sefîn Hisên (24) ev sê sal e li bajarokê Soran ê Hewlêrê, li çiya, derdora rûbar, dol û deştan li ser hunerek cuda dixebite. Hisên bi rêzkirina beran hunerek xweşik derixe holê.

Hisên zêdetirî dema xwe bi hunerê ve diborîne, heya niha xwediyê 70 wêneyan e. Hêjî tev li tu pêşengehên wêneyan jî nebûye lê dixwaze di dema pêş de tev li pêşangeheke wêneyan bibe.

Hisên li ser berhemên xwe yên huner axivî û diyar kir ku di rêzkirina beran û derxistina hunerê de tu madeyekî bi kar nayîne û wiha got: “Ev kar dişibe wêneçêkirina li ser tabloyan û derxistina hunerek cuda ya xweşik e. Di vê hunerê de ber dibin çêkerek cuda û biwate. Rêzkirina van beran wêneyek cuda derdixe holê.”

Hisên li ser dîroka çêkirina vê hûnerê axivî û ev tişt anî ziman: “Hevsengiya xwedî hunerek kevin ku destpêkê di sala 1968’an de li Amerîka hatiye çêkirin e. Ev yek bi hunera Land Art hatiye binavkirin. Min jî vê hunerê li Kurdistanê hûnandiye. Min bi xwe navê ‘Hûnera Hevsengiya Larî’ lê kir. Ez 3 sal in li ser vê yekê dixebitim heta ku ez gihîştim vê astê. Hinek caran ez 18 saetan ji bo derxistina wêneyek xebitîm. Min dizanî ez ê rojekê bigihêm armanca xwe û baweriya min bi min hebû. Sedema vê jî ew bû ku min ji hunerê hez dikir.”

Hisên herî dawî got ku ji ber nebûna wênekêş û saziyên peywendîdar wî nekariye heya niha ev karê xwe weke bernameyek pêşkêş bike.

Albuma Nûçeyê