NÛÇE

Li Bakur û Başûr 10 leşker hatin kuştin

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyekê da. HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên wan li dijî artêşa tirk çalakî li dar xistine.

HPG’ê da zanîn ku di 8’ê hezîranê de hêzên wan li dijî artêşa tirk a li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûr çalakî pêk anîne û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û ev agahî da: “Hêzên me heman rojê li dijî artêşa dagirker ku li ser mintiqeya Girê Xwedê ya herêma Barzanê ya Başûr bi cih bûye, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.”

Her wiha HPG’ê destnîşan kir ku di 7’ê hezîranê de hêzên wan li dijî qereqola Girê Şoxa yê Berwariya Sêrtê çalakiyek pêk anîne û di encamê de 6 leşker hatine kuştin. BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê