ÇAND Û HUNER

Li Amedê teşe didin dara kestaneyê

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Sûriyeyiyên ji ber şerê navxweyî koçber bûne, li Amedê bi kedeke mezin teşe didin çeqlên dara kestaneyê. Çeqlên ku ji destên sûriyeyiyan teşe digirin û dibin mese, paldank, qenepe û kursî li bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê tên belavkirin

Kadrî ESEN / AMED

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê nêzî 10 salan e bênavber didome û ji ber vî şerê navxweyî bi milyonan sûriyeyî ji ser av û axa xwe koçber bûne û derbasî welatên cuda bûne. Cihên ku lê bi cih bûne di nav şert û mercên gelek zehmet de dijîn û di karên cuda de dixebitin û hilberînê dikin. Komeke sûriyeyiyên ku ji bajarên Lazkiye û Helebê koçber bûne û hatine li Amedê bi cih bûne. Ev kom li Amedê bi kedeke mezin teşe dide çeqlên dara kestaneyê.

Koma qala wê tê kirin ji 13 kesan pêk tê û ji aliyê amadiyekî ve ji wan re kargeheke karê bambûyê hatiye vekirin. Ji kargehê re ji bajarê Tirkiyeyê Kocaeliyê çeqlên dara kestaneyê tên. Koma sûriyeyî çeqlên ku ji wan re tên destpêkê ji bo qaşûlkirinê di makîneya tornayê re derbas dikin û ji bo nêrmkirinê davêjin firinê. Paşê çeql ji firinê tên derxistin û li gorî berhema ku bê çêkirin ji bo teşegirtinê li qaliban tên bicihkirin.

Piştî teşegirtinê çeql ji qaliban tên derxistin û bi destê hostayên sûriyeyî bi wan kelûpelên malên ên mîna mase, paldank, qenepe û kursî tên çêkirin. Herî dawî piştî ku çeql dibin mase, paldank, qenepe û kursî, vernîk li wan tê reşandin û ji bo firotinê ji firoşkaran re tê şandin. Sûriyeyî ji ber ku beriya koçberbûna xwe li Lazkiyeyê jî heman karî kirine, xwedî azmûn in û bi saya wan li bakurê Kurdistanê jî tenê vî karî li Amedê tê kirin.

Kargeh beriya 4 salan hatiye vekirin û heta niha ji aliyê Sûriyeyiyan ve tê xebitandin. Ji bilî sûriyeyiyan li kargehê 3 welatiyên Bakurî jî hene û bi giştî 15 karker li kargehê dixebitin. Mase, paldank, qenepe û kursiyên ku bi destê sûriyeyiyan li kargehê tên hilberandin, ji bajarên bakurê Kurdistanê yên mîna Meletî, Xarpêt, Mêrdîn û Wanê re tên şandin. Li van bajaran jî li bajarên din ên Bakur tên belavkirin û firotin.  

Bambû cureyeke daran e û piranî li parzemîna Asyayê şîn dibe. Ji ber taybetmendiya xwe ya nerm û saxlem gelek berhem pê tên çêkirin. Ji vî karê ku tê kirin re jî bambûkarî tê gotin. Ji ber maliyeta zêde ya anîna dara bambûyê vî karî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi dara kestaneyê tê kirin. Dara kestaneyê jî wekî dara bambûyê nerm û saxlem e. Li gorî agahiya ku me li kargehê bi dest xist, li Farqînê jî dareke ku kêrî vî karî tê, hatiye dîtin.

Albuma Nûçeyê