ÇAND Û HUNER

Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî

Dem : 03 Kewçer 2018 Çarşem

Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê dikin. Rojên Wêjeya Berawirdî bi tevkariya Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Amedê (DSM) di 11’ê cotmehê de dest pê bikin û heta 21’ê cotmehê dewam bikin.

Dê di çalakiyên rojên wêjeya berawirdî de pirzimanî esas bê girtin û dê di vê çarçoveyê de ziman û wêje ji gelek hêlan ve bê nîqaşkirin. Dê di çalakiyan de der barê nivîskarên wêjeya klasîk û nûjen û berhemên wan de nîqaş û guftûgo bên kirin. Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê cara ewil di navbera 25’ê gulan û 2’yê hezîrana 2013’an de dîsa bi tevkariya Weşanxaneya Lîsê û DSM’yê hatibûn lidarxistin. AMED

Albuma Nûçeyê