CÎHAN

Li Almanyayê ‘tevgera taybet’ a tirk

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Çeteyên rejîma Erdogan êdî li paytexta Almanya Berlînê bi wesayîtên ku amblema polîsên dewleta tirk û nivîsa ‘tevgera taybet’ li ser in, digerin. Tevî vê yekê jî polîsan tiştek nekir û ev weke sûc nedît. Ev kiryarên dewlera tirk ên bi vî rengî JÎTEM’ê tîne bîra mirov

Rejîma Erdogan ji bo kurdistanî û muxalîfên tirkiyeyî yên li Almanyayê bitirsîne dest bi rêbazeke nû kir. Pêr li taxên Kreûzberg, Weddîng û Neûkolln ên paytext Berlînê ku piraniya şêniyên wê koçber in, çeteyên rejîma Erdogan bi wesayîtên ku amblema polîsên dewleta tirk û bi nivîsa “Tevgera Taybet” li ser bûn, geriyan.

Ev çete bi gelek wesayîtên bi heman tîp û modelê geriyan û propagandaya dewleta tirk kirin. Vê yekê muxalîfên rejîma Erdogan ên li bajêr, xiste nav fikaran. Endamê Meclîsa Eyaleta Berlînê yê Partiya Çep Hakan Taş bi wêneyên wesayitên çeteyên Erdogan serî li polîsan da û giliyê wan kir.

Taş diyar kir ku bi wesayitan propagandaya rejîma Erdogan hatiye kirin û vê yekê muxalîfên li bajêr xistiye nav fikaran. Taş daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Yekîneyên taybet ên polîsên tirk ji zext û operasyonên siyasî yên li dijî muxalîfan berpirsyar in. Lewma, nivîsandina nivîsa ‘Tevgera Taybet’ tiştekî tesadûfî nîne.”

Li gorî polîsên alman ne sûc e

Parlamenterê Partiya Çep Taş bi bîr xist ev wesayîtên ku li nav Berlînê geriyan, polîsên tirk tînin bîra mirovan û xwest, bûyer bi berfirehî were lêkolînkirin. Taş ragihand, dê mijarê bixe rojeva Meclîsa Eyaleta Berlînê û xwest ku têkiliya ajokarên wesayîtan a bi rejîma Erdogan re were aşkerekirin.

 Berdevkê polîsê Berlînê li ser mijarê daxuyaniyek da û îdia kir ku sûcekî lê were pirsîn nîne. Rayedarê Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê Carsten Muller got, ji ber ku li ser wesayîtan dengê sîrena polîsan nîne, sûc nehatiye kirin.

Ev wasayît ên Almanyayê ne?

Tê texmînkirin ku ew wesayît ên çeteyên berê yên Osmanen Germanîa (Osmaniyên Almanyayî) ne, ku meha tîrmehê li almanyayê hatibûn qedexekirin. Ev çeteyên çekdar ên rejîma Erdogan ji ber qaçaxiya mirovan, kuştin û birîndarkirina mirovan sûcdar hatibûn dîtin. BERLÎN

Albuma Nûçeyê