CÎHAN

Li Afganistanê Talîban beriya agirbestê êrîş kir

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Li Afganistanê tevgera Talîbanê ji bo Cejna Remezanê 3 roj agirbest qebûl kir û piştî vê çend saetan di êrîşeke li rojavayê welat de herî kêm 17 leşker hatin kuştin. Hema piştî vê êrîşê li bakurê welat jî Talîban li dijî polîsan êrîşek pêk anî û 19 polîs kuştin

Êrîşa yekem li bajarokê Zavol pêk hat. Berpirsê bajarokê Zavol Mûhammed Saîd Serwarî ragihand ku di êrîşa Talibanan de 18 leşker hatin kuştin. Serwarî got, piştî êrîşê Talîbanan dest daniye ser çekên leşkeran. Êrîşa duyem jî li bakurê welat li dijî polîsan pêk hat û di êrîşê de 19 kesan jiyana xwe ji dest da.

Tevgera Talîban li ser Whatsappê daxuyaniyek da û êrîş li xwe girt. Talîbanan ragihand ku 18 leşker hatine kuştin. Ev êrîşa Talîbanan piştî îlankirina agirbestê ya ji bo Cejna Remazanê bi çend saetan pêk hat. Agirbesta tevgera Talîbanan ji sala 2001’an ve weke cara destpêkê hate nirxandin. Talîbanan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kirin ku wê bi hêzên afgan re şer nekin. Li aliyê din Talîbanan ragihand ku dê operasyonên wan yên li dijî hêzên biyanî ku weke ‘hêzên dagirker’ bi nav dikin bidomîne. Talîbanan ragihand ku di dema êrîşekê de wê xwe biparêzin.

Serokdewletê Afganistanê Eşref Ganî roja pênçşemê li dijî Talîbanan agirbesta yek alî îlan kiribû. Li welat ji 2015’an ve DAIŞ li derveyî çarçoveya abirbestê hatibû hiştin. Ganî ragihandibû ku wê agirbest roja 27’ê meha Remezanê dest pê bike û heta roja 5’ê cejnê bidome. Bi şêweyek din wê agirbest di navbera 12-19’ê hezîranê de be.

Di nav rojekê de 36 qurbanî

Berdevkê Waliyê Kûndûz Nehmattûllah Teymûrî ragihand ku di êrîşa li bakurê welat de 19 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne. Tevgera Talîbanan ev êrîş jî li xwe girt. Di nav rojê de hejmara miriyên endamên ewlehiyê bûn 36 kes.

Di êrîşa li dijî baregeheke ya artêşê ya li wîlayeta Herat a dikeve rojhilat, li gorî berpirsan 17 leşker hatine kuştin. KABÎL

Albuma Nûçeyê