CÎHAN

Li Afganistanê ji ber êrîşeke xwekujî 10 kes mirin

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Li bajarê Celalabad ê li rojhilatê Afganistanê, li dijî wesayiteke hêzên ewlekariyê êrîşeke xwekujî pêk hat. Herî kêm 10 kes mirin ku 8 jê sivîl in.

Walîtiya Celalabadê ragihand ku êrîşkar peya bûye û bombeyên li ser xwe pêçandî, li cihekî nêzî stasyona benzînê xwe teqandiye. Ji ber teqînê agir bi îstasyona benzînê ket û bi saetan venemirî.

Ji ber êrîşê 10 kes mirin ku 8 jê sivîl in, 2 jî ji hêzên ewlekariyê ne. 4 kes jî birîndar bûn, 2 jê sivîl in, 2 jî ji hêzên ewlekariyê ne. CELALABAD

Albuma Nûçeyê