CÎHAN

Li Afganistanê 50 Talîbanî hatin kuştin

Dem : 01 Pûşper 2018 În

Fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Afganistanê û NATO’yê John Nîcholson got ku di operasyoneke ya li ser rêveberên Talîban, ji 50’î zêdetir endamên Talîbanê hatine kuştin.

General Nîcholson li Pentagonê got ku piştî ku hêzên Talîbanê li herêma Farah şikandin, ketine pey şopa wan. Generalê amerîkî diyar kir Talîban vegeriyane Helmandê ya başûr, ku keleha wan e û di bin çavdêriya leşkerên Amerîkayê de ye, 24’ê gulanê li bajarokê Mûsa Kala, li avahiyekê ku navenda fermandariya Talîban e, hatine tespîtkirin.

Nîcholson got ku komeke ji şefên leşkerî pêk dihat, ku ji bo operasyona Farahê nîqaş bikin li hev kom bûbûn û wiha axivî: “Ji wan weye ku li Mûsa Kalayê civîneke ewle dikin, lê serwîsên me yên îstîxbaratê komê tespît kir û bi rengekî serkeftî li wan xist.’’

General îdia kir ku ev kom bi rengekî aktîf karê hişbirî û tiryakê dikir û got ku ev operasyon li dijî Talîbanê operasyoneke serkeftî bûye. KABÎL

Albuma Nûçeyê