NÛÇE

Leyla Îmret hêjayî xelata 'Carl von Ossietzky'ê hat dîtin

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî ji sala 1962'yan û vir ve bi navê rojnamevan, nivîskar û pasîfîstê Elman Carl von Ossietzky xelatê dide. Xelat ji kesên li qada civaka sivîl û mafên mirovan dixebitin re tê dayin. Saziyê xwediyên xelata îsal aşkera kir.

Lîga Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku xelata îsal dê ji Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û parêzvanê mafên mirovan Ottmar Mîles Paûl re bê dayin. Îmret ku li Almanyayê dijî, di temenê xwe yê ciwan de sala 2014'an ji bo Hevşaredariya Cizîrê bi rêjeya ji sedî 83 hat hilbijartin. Ji ber ku dewleta tirk Leyla Îmret ji peywirê girt û lêpirsîn lê vekir, neçar ma vegere Almanyayê. Sala 2018'an li dadgeha navneteweyî ya li Parîsê sûcê şer ê dewleta  tirk ên li Cizîrê yên di dema qedexeya derketina derve de vegot.

Dê di 16'ê kanûnê de li Berlînê merasîmek bê lidarxistin û xelat ji Leyla Îmret û Paûl re bê dayin. AMED

Albuma Nûçeyê