POLÎTÎKA

Leyla Guven nehat berdan!

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku îro doza wê hate dîtin, nehat berdan. Dozgerên ku demek berê biryara berdana Guven da, vê carê bi yek dengî biryara berdewamkirina girtinê da

9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku bi yek dengî der barê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de biryara berdanê da, îro heman dadgehê bi yek dengî der barê Guven de biryara berdewamkirina girtinê da.

Heveroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 22’yê çileya 2018’an de hat binçavkirin û di 31’ê çileyê de jî bi îdiayên ‘Rêxistina çekdar avakir û bi rê ve bir’, ‘Propagandaya rêxistinê kir’, ‘Gel beşdarî civîn û xwepêşandanên dijqanûnî kirin’ û ‘Endama rêxistinê ye’ hate girtin. Bi giştî ji 25 salan heta 46 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji Guven re dihat xwestin.

Biryara berdanê dabûn

Danişîna doza Guven îro li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Piştî ku Guven ji bo parlamenteriya HDP’ê ya Colemergê hat hilbijartin, parêzerên Guven ji bo berdana wê serî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dabû. Dadgehê bi yek dengî di 29’ê hezîranê de biryara berdana Guven dabû.  Dozgeriyê îtîrazî biryara berdana Guven kir û li ser daxwaza 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara berdewamiya girtina wê hate dayîn. Parêzerên Guven jî li dijî vê, serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê da û xwest ku Guven bê berdan. Lê ev îtîraz ango serlêdan jî hatibû redkirin.

Îtîraza parêzeran hate redkirin

Tevî vê yekê jî li benda encama îtîraza dozgerê danişînê yê ji bo biryara berdana Guven da, hate rawestandin. Dadgehê îtîraza dozger û dosyeya 4 klasorên doza Guven piştî bi saetan lêkolîn kir û şûn de, biryara berdanê rakir. Parêzerên Guven li dijî biryara rakirina berdana Guven, serî li dadgeheke bilindtir da û îtîraz kirin. Lê ev îtîraza parêzeran jî hatibû redkirin.  

Gelo zext li serokê dadgehê kirin?

Serokê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Galîp Akpinar ku di 29’ê hezîranê de biryara berdana Guven dabû, ji ber rapora 3 rojan, îro beşdarî danişînê nebû. Vê yekê jî rê li ber gumanên ku zext li ser Akpinar tên kirin, vekir.

Di doza KCK’ê de jî hatibû girtin

Leyla Guven demekê serokşaredariya bajarokê Dîkîlî ya Edeneyê û navçeya Wêranşarê ya Rihayê kiribû. Guven di sala 2009’an de di bin navê operasyona KCK’ê de hatibû girtin. Nêzî 5 salan girtî mabû û di sala 2014’an de jî hatibû berdan. Guven a ku ji doza ‘KCK’ê  dihat darizandin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. AMED

Albuma Nûçeyê