NÛÇE

Leşkerên tirk û OSO dîrokê talan dikin

Dem : 30 Pûşper 2018 Şemî

Dewleta tirk û çeteyên OSO’yê şûnwarên arkeolojîk ên Efrînê vedikin û hemû berhemên dîrokî talan dikin. Li gorî agahiyan dewleta tirk û çeteyên OSO’yê heta niha li Efrînê gelek cihên dîrokî talan kirin.

Li navçeya Şiyê ya  Efrînê, li gundê Durmîşa gelek cihên dîrokî yên êzidiyan hatin talankirin.Li navçeya Racoyê jî, li gundê Bîlûlka keleh hate vekirin û hemû berhemên dîrokî hatin talankirin, her wiha jêderkên xwecih gotin li gundê Elbîska jî berhemên dîrokî talan dikin.

Dîsa diyar bû ku dewleta tirk û çeteyên OSO’yê li navçeya Şerewa Zareta Henê û ziyaretên Zerata Mihemed Elî bi temamî xira kirine. Li Zerata Henê her wiha gora Nûrî Dersimî jî hate xirakirin. EFRÎN

Albuma Nûçeyê