JIN

‘Lehengiya wê bû hêvî’

Dem : 01 Tîrmeh 2018 Yekşem

Endama Rêveberiya Pêwendiyên Kongreya Star Ebla Dawê der barê şehîd Zîlanê de axivî û diyar kir ku Zîlan bi lehengiya xwe bûye mînak û hêviya jinan.

Dawê şehîd Zîlan wekî sembola jina azad pênase kir û wiha got: “Şehîd Zîlan bi hêvî û têkoşîna xwe hêviya jinên Kurdistanê mezintir kir. Zîlan ji bo koletiya bi hezar salan bişikîne canê xwe feda kir û bû sembola azadî û aştiyê.”

Dawê da zanîn ku ji bo jin neçewisin divê hemû jin wekî Zîlan serî hildin û ev tişt vegot: “Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo parastina mafên xwe bibin yek û ji bo rojên azad û ronî di rêça Zîlanan de li dû heqîqet û azadiya xwe biçin.” TIL TEMIR

Albuma Nûçeyê