JIN

Lazim e jin destpêkê ji xwe bawer bin

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Partiyan ji bo hilbijartinên herêmî ku dê di 31’ê adara 2019’an de pêk werin xebatên xwe yên ji bo diyarkirina namzetan didomînin. Ji bo keyatiyê jî serlêdan didomin. Jinên Dêrsimê jî ji bo keyatiyê serî lê didin. Şîlan Aslan jî niha ji bo keyatiya gundê Buzlutepeya Pulurê ya Dêrsimê serî lê da.

Der barê mijarê de Aslan da zanîn ku dema ew bibe keya ew dixwaze herî zêde der barê jin û zarokan de xebatan bike û wiha got: “Min li lîseya pîşeyê xwend. Min beşa perwerdikirina zarokan qedandiye. Li vir jin ji ber kar û barên xwe zêde demê nikarin ji zarokên xwe re veqetînin. Loma ez ê hewl bidim ku derfetan ava bikim ku jin û zarok bi hev re demê bikaribin derbas bikin. Berê jinan nedixwest ez ji bo keyatiyê bibim namzet. Ez dixwazim hişmendiyê bidim qezenckirin. Divê em jin berê ji xwe bawer bin. Dema em vê yekê bizanibin û em wiha tev bigerin em ê mecbûrî tu kesî nebin.” DÊRSIM

Albuma Nûçeyê