NÛÇE

Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê li qada bûn

Dem : 27 Avrêl 2018 Yekşem

Dewleta tirk ku bi tu awayî tehemûla wî bi hebûna kurdan tuneye, dixwaze bi dagirkirina xwe ya hemû parçeyên Kurdistanê kurdan bi temamî ji holê rake. Ji bo vê yekê jî bi hemû hêza xwe êrîşî hebûna kurdan dike. Dewleta tirk herî dawî bi dagirkirina Efrîn û bicihkirina çeteyan li herêmê û dagirkirina axa başûrê Kurdistanê dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd tune bike.

Ji ber vê dagirkeriya dewleta tirk duh di serî de tevahî Kurdistanê li hemû cihanê gelê kurd û dostên wan ku 26’ê gulanê roja têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Kurdistanê îlankiribûn, çalakî pêk anîn.

Dewleta tirk demografyayê diguherîne

Di çarçoveya van çalakiyan de li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê ji Cizîr heta Şehbayê, ji Qamişlo heta Hesekê gel daket qadan û dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir. Gelên ku daketin qadan diyar kirin ku ew dewleta tirk li ser axa xwe naxwazin û ew ê heta dawiyê li dijî vê dagirkeriyê ku li ber çavên hemû dewletên cîhanê pêk tên têbikoşin. Ji aliyê din ve jî Efrîniyên ku ji ber dagirkeriyê derbasî Şehbayê bûne jî di çalakiyên xwe de diyar kirin ku dewleta tirk bicihkirina çeteyan li Efrînê demografiyê diguherîne û destnîşan kirin ku ew dê heta vegera ser axa xwe li ber xwe bidin.

Her wiha di hemû çalakiyan de bang li hêzên navnetewî kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk rawestin.

Li hemû cîhanê çalakî

Ji aliyê din ve gelê başûrê Kurdistanê ji bi heman armancê gelemperiya herêmê daketin qadan û dagirkeriyê şermezar kir.

Di heman çarçoveyê de li gelek welatên Ewropa û cîhanê jî kurdistanî û dostên wan daketin qadan û xwestin ku dewleta tirk ji axa Kurdistanê derkeve. AMED

Albuma Nûçeyê