POLÎTÎKA

Kurdistanî li îradeya xwe xwedî derdikevin

Dem : 24 Pûşper 2018 Yekşem

Li bakurê Kurdistanê li hemberî hilbijartinê coşeke mezin heye. Ji bo destnîşankirina îradeya xwe, gelê kurd tevî hemû rêbazên astengkirinê yên YSK’ê yên mîna veguhestina sindoqan jî bi dehan km’yan meşiyan û dengê xwe dan. Li hêla din jî kurdistaniyên nexweş jî li ser sedyeyan hatin dibistanan û dengê xwe dan

Bi armanca pêşîlêgirtina çûna ser sindoqan û hîleyê, YSK’ê li bakurê Kurdistanê cihê bi sedan sindoqan guherandibû. Lê tevî vê yekê li bakurê Kurdistanê bi milyonan tevî hemû zehmetiyan jî herikîn ser sindoqan û dengdayîn didome. Li gundên Colemêrgê jî welatî tevî bêderfetiyan jî 25 km’yan çûn û dengê xwe dan. Her wiha li Êlihê jî welatiyên nexweş ji bo destnîşankirina îradeya xwe li ser sedyeyê çûn ser sindoqan.

Li Çolemêrg û navçeyên wê her çiqas sindoq ji aliyê YSK’ê ve hatibin veguhezandin jî, hilbijêr çûn dibistanan û deng dan. Hin welatî ji duh êvarê ve çûn gundên ku dê lê deng bidin û hin welatî jî ji serê sibehê ve derketin rê. Welatiyên ku wesayît nedîtin jî meşiyan û xwe gihandin ser sindoqan.

Di vê çarçoveyê de ji gundên Talê, Walto, Keha Welatî 25 km’yan çûn û deng danKilîla û Çemê Bedel ku nêzî hezar û 200 dengdêr bûn û sindoqên wan hatibûn veguhestin çûn gundê Dizê ya Colemêrgê. Welatiyan bi beşdariyeke mezin eleqe nîşanî dengdayînê da. Welatiyan diyar kir ku ew nêzî 25 kîlometreyan meşiyane û xwe gihandine cihê sindoqan.

Li hêla din jî li dibistanan qelebalixî zêde dibe. Bi taybetî nexweşên nav nivînan jî diçin dibistanan û deng didin. Nexweşan bi ambulansan vediguhezînin dengdayînê. Welatiyên nexweş ên ku ambulans nabînin jî li gorî derfetên xwe diçin dibistanan.

Tevî birîndariya xwe jî çû ser sindoqê

Kubra Yoksu (19) jî yek ji van welatiyên nexweş e. Yoksu ku çend roj berê ji ber qezaya trafîkê birîndar bûye, tevî rewşa xwe ya nebaş jî li ser sedyeyê çû ser sindoqê. Yoksu ji taxa Cudî bi ambulansê çû Dibistana Seretayî ya Yavuz Selîmê û dengê xwe da.

Polîsan ‘belgeya 142’ radest nekir

Dayika Aştiyê Ferha Yildirim a 75 salî jî ji çû dengê xwe da û got ku dê îro bibe roja aştî û azadiyê û ji bo siberoja zarokên xwe çûye ser sindoqê. Li Lîseya Anadolu ya taxa Petrolê ya Êlihê polîsan dengê xwe da.  Hat zanîn ku piştî polîsan deng da “belgeya 142” radestî endamên desteya sindoqan nekirin e. Li aliyê din heyeta biyanî ku ji derveyî welat ji bo şopandina hilbijartinê hatin Êlihê li dibistanan çavdêriyê dikin. Heyeta biyanî her dibistana ku diçinê rastî lêgerîna polîsan tên. Polîs nasnameyên endamên heyetê kontrol dikin.

Albuma Nûçeyê