ÇAND Û HUNER

Kurdên Xelxalê nikarin bi kurdî biaxivin

Dem : 21 Pûşper 2018 Pêncşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Heta niha gelekî kêm behsa kurdên Xelxal hatiye kirin. Kurdên Xelxalê li parêzgeha Erdebîl û li nêzîkê deryaya Qezwîn, bi sedan kîlometre dûrî Kurdistanê dijîn. Parêzgeha Erdebîlê jî yek ji girîngtirîn navçeya tirknişîn a Îranê ye, lê bi sedan malbatên kurd li vî bajarî dijîn.

Kurdên Xelxalê bêhtir li bakurê Xelxalê ne ku bi tevahî ji16 gund an pêk tên. Zêdetir ser bi du eşîretên bi navê ‘Şetranlû’ û ‘Xaştanlû’ ne. Navendeke din a kurdên Xelxalê li başûrê wê qezayê ye û ji çend gundan pêk hatiye. Koça kurdên Şikak ji sînorê navbera Îran û Împeratoriya Osmanî, di serdema desthilatdariya Şah Ebasê Sefewî de dest pê kiriye. Şah Ebas nêzîkî 50 hezar malbatên kurmanc û Şikak ên Mehabad û Urmiyê bo deşta Weramîn a li tenişta Tehranê veguhestine.

Serdema Şah Ebas

Şah Ebas koçberkirina kurdan berdewam dike û kurdên ku ji bo Weramîn hatine koçberkirin bi mebesta rûbirûbûna li gel êrîşa Ozbekan bo Xorasan tên veguhestin. Projeya veguhestina kurdan ji aliyê hikûmetên desthilatdar ve didome û di serdema Nadir Şahê Evşar de prose bi leztir dibe û di 6 salan de 50-60 hezar malbatên kurd, 13 hezar malbatên hoza koçerî ‘Heft Leng’  û 6 hezar malbatên eşîreta Gurcî bo Xorasan tên veguhestin. Di vê koçberkirina kurdan de ya bo Xorasanê, çend hozên naskirî yên kurdan bo Gêlan û Mazenderan ên li bakurê Îranê hatine veguhestin, piştre heft hozên kurd ji Xorasan bo bakurê Îranê tên şandin.

Heft hozên wan hene

Kurdên Xelxal ji heft hozên Şatranlû, Xaştanlû, Klûkişanlû, Huyranlû, Mûntanlû, Nesranlû û Daykanlû pêk hatine. Ew malbat destpêkê li navçeyeke tenişta bajarê Gîw bicîh dibin. Dr. Henry Field derbarê kurdên ku li wê navçeyê bicîh bûne wiha nivîsiye: “Kurdan sînorên xwe bezan dibe û li çar cihên navçeya Xelxala bakur  bicîh bûne.” Lêkolerê fransî Marshall Bazaine di kitêba kulturî û cagrafyayî ya Îranhe de wiha dibêje: “Zimanê kurdî li navçeya Axçe Qişlaq, Wasfircan û Îqabaş tê bikaranîn û gundên Binyadabad, Gezur, Leng Deşt, Eblî, Zawçe Kurd, Elnekeş, Îlwaniq, Wanawîz ên li bakurê Xelxal beşek in ji navçeyên Kurdnişîn.”

Bandora zimanê tirkî

Di 300 salên borî de plana guhertina ol û rêgeza li ser wan kurdan berdewam e û kesekî wek ‘Ecem Axa’ piraniya wan kurdan neçar kir ku dest ji ola xwe berdin û niha tenê du gundên kurdnişîn Caferawa û Sechurd ên başaûrê Xelxal mezhebê sunî ne û yên din bûne şiî, zimanê wan jî ku kurdî û zaravayê kurmancî bû, niha di metirsiyê de ye. Kurdên Xelxalê ji ber jiyana li yek ji navendên girîng a ziman û kultura tirkî li Îranê neçar bûn ku fêrî tirkî bibin û tenê pîremêr û pîrejinên wan gundan bi kurmancî diaxifin.

Albuma Nûçeyê