POLÎTÎKA

Kurdan Kurdistan dagir kir!

Dem : 05 Tîrmeh 2018 Pêncşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Kurdistanê 14 baregehên leşkerî yên dewleta tirk hene, hêzên Başûr di dema referandûmê de nêzî ji sedî 40 axa Başûr radestî Iraqê kir. Nêçîrvan Barzanî bertek nîşanî van dagirkeran nade û rabûye Tevgera Azadiya Kurdan ango gelê kurd bi dagirkeriyê tewanbar dike

Dîrok axaftinên skandal û sosret ên Nêçîrvan Barzanî qeyd dike. Barzanî ji bo ku xwe ji dagirkeran re ango dewleta tirk re şîrîn nîşan bide got ku Tevgera Azadiya Kurdan ango PKK’ê hinek deverên başûrê Kurdistanê dagir kiriye û ji bo êrîşî Tirkiyeyê bike van herêman bi kar tîne. Gelo dagirker kî ne û dagirkerî çi ye? Li gorî axaftina Nêçîrvan Barzanî bersiva vê pirsê bi kurt û kurmancî wiha ye; dagirker kurd in û dagirkerî jî parastina axa xwe ye.  Lê di rastiya xwe de dagirker dewleta tirk e, Barzanî jî Kurdistanê pêşkeşî dagirkeran dike.

Niha li başûrê Kurdistanê bi destûra PDK’ê û Barzanî, dewleta tirk 14 baregehên leşkerî çêkirine û herêma Bradost radestî dewleta tirk hatiye kirin. Axaftina Nêçîrvan Barzanî tê wê wateyê ku piştgiriyê dide operasyona li hemberî Qendîlê û dagirkirina Başûr. Barzanî ji bo Şengalê jî digot PKK’ê dagir kiriye, lê dema, DAIŞ, Heşdî Şabî û artêşa Iraqê berê xwe dan Şengalê ew reviyan û bûn sedema qetilkirina êzidiyan. Herî dawî di encama îxaneta PDK’ê de ji sedî 40’ê axa başûrê Kurdistanê ji aliyê Heşdî Şabî û dewleta Iraqê hat dagirkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li avahiya Desteya Wezîran a bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyek çapemeniyê peyama xwe ya hefteyê da. Di daxuyaniyê de Barzanî têkildarî gelek mijaran axivî. Lê ya herî balkêş jî gotinên wî yên têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê bûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de rojnamegerekî pirsa êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û herêma Qendîlê ji Barzanî kir. Nêçîrvan Barzanî jî di serî de got ku ew xemgînin ku di her operasyoneke leşkerî de gelê herêmê zirarê dibîne û ev gotinên sosret kirin: “Belê rastiyek heye ku PKK’ê mentîqeyeke mezin a Herêma Kurdistanê dagir kiriye û ji bo êrîşkirina ser Tirkiyeyê bi kar tîne.”

Naxwaze kurd xwe biparêzin

Barzanî ku êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk û Îranê yên li dijî gelê kurd ji nedîtî ve hat, di berdewamê de got ku ew naxwazin tu hêz êrîşî dewleta tirk û Îranê bikin û wiha domand: “Me ji PKK û mûxalefeta Îranê daxwaz kiriye ku operasyonên leşkerî li Kurdistana Iraqê nekin. Ev êrîş û zirarên tên dîtin ji ber xetayên PKK’ê ne.”

Dagirkeriyê rewa nîşan dide

Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk di êrîşên xwe yên li dijî başûrê Kurdistanê û herêma Qendîlê de heta niha bi dehan sivîlên herêmê qetil kirin. Xwezaya Başûr li pêş çavê hemû cîhanê şewitandin û qirkirina xwezayê pêk anîn. Lê heta niha Nêçîrvan Barzanî tu caran dewleta tirk şermezar nekir an jî rexneyek lê nekir. Bi axaftinên xwe yên dawî jî Barzanî hem êrîşên dewleta tirk ên li dijî Başûr û herêma Qendîlê rewa nîşan da û hem jî hêzeka kurd ku li ser axa Kurdistanê li dijî dagirkeriyê şer dike, weke ‘dagirker’ nîşan da.

Ev gotin piştî hevdîtinê hat kirin

Barzanî du roj berê bi rêya telefonê xwe gihandibû serokkomarê Tirkiyeyê R.T. Erdogan û ji ber encamên hilbijartinan pîroz kiribû. Lê dihat gotin ku Erdogan di telefonê de têkildarî êrîşên li dijî herêma Qendîlê bi Barzanî re axiviye. Balkêş e ku piştî hevdîtinê Barzanî PKK’ê weke ‘dagirker’ pênase kir. Van gotinên Barzanî jî di raya giştî de rê li ber pirsa ‘gelo PDK destekê dide êrîşa li dijî Qendîlê?’ vekir. 

Albuma Nûçeyê