POLÎTÎKA

Kurd û eceman mil dane hev du

Dem : 29 Avrêl 2018 Sêşem

Zeynel Bulut / ÎDIR

 Wekî gelek bajarên Kurdistanê gelê Îdirê jî ji xwe bawer e ku hemû namzetên HDP’ê bişînin meclisê. Gelên li Îdirê ku gelê kurd û ecem bi hev re di aramiyê de dijîn, êdî ji polîtîkayên hikûmetê ku dixwaze di nav civakê de tevlihevî derxe aciz in û bang li her kesî kirin ku dengê xwe bidin HDP’ê

Îdir bajarekî bi erdnîgariya xwe li ser sînorê Ermenistan, Ezerbeycan û Îranê ye, bajarekî bi çiyayên bilind hatiye dorpêçkirin û li aliyekî wî Çiyayê Elegez, li aliyê din Çiyayê Gilîdaxê yê navdar heye. Her cure sebze û fêkî lê şîn dibin. Îdir wekî Çûkûrovaya Kurdistanê tê nasîn. Li vî bajarî kurd û ecem bi hevre dijîn.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de em li bajarê Îdirê ne. Gelheya Îdirê 200 hezar e û 120 hezar jî hilbijêrên vî bajarî hene. 3 navçeyên bajar; Qulp, Aralik û Karakoyunlu ne. Di hilbijatinên 7’ê hezîrana 2015’an de HDP’ê ji sedî 56.73 deng wergirtibû û 2 wekîl derxistibûn. HDP niha jî armanc dike ku du namzedên xwe Hebîb Eksîk û Qiznaz Turkellî derxe û bişîne meclisê.

Bi giranî kurd li vî bajarî dijîn ji sedî 20 jî ecem yanî ezerî dijîn. Her du netew jî bi çand û zimanê xwe bi hev re dijîn. Polîtîkayên dewlata tirk çand, bawerî û netewan nasnake. Kurd jî, ecem jî ji halê xwe qet nerazî ne. Lewre debara welatiyên Îdirê li ser cotkarî, sewalkarî û hilberîna zebze û fêkiyan e.

Ecem bi biryar in

Me ji dehan kesî nêrîn girt, herkes li dijî dewlet û hikumetê bibertek e. Namzedên HDP’ê Hebîp Eksîk kurd e, Kiznaz Turkellî jî ecem e. Welatiya ecem Şehnaz Yaman (61) girîngiya hevrejiyanê destnîşan dike û ev tişt tîne ziman: “Wek jineke çepgir ji 17 saliya xwe ve ye ez di nav xebatên siyasî de cih digirim. HDP temsîliyeta jinê girîng dibîne û partiya hevpar a gelan e; hêviya me tevan e. Em ê her du wekîlan jî derxin.”

Velî Turkellî (64) ku em piştre hîn bûn birayê mezin ê namzed Kiznaz Turkellî ye; wek şoreşgerekî ji nifşên 78’an dibêje “Ji ber pirrengiya HDP’ê, ez di nav de me û dengê xwe didimê. Wekî rêgez lazim e em li cem gelê kurd ku tune tê hesibandin û rastî zilmê tê, cih bigirin.”

Xelasiya me bi serkeftina HDP’ê pêkan e

Turkellî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Armanca serdestan xirakirina biratiya gelan e. Ez bang li gelê kurd û ecem dikim ku dest bidin hev, her du wekîlan jî bi dest bixin û faşîzmê bihejînin. Lazim e em hemû kurd û ecem ji bo HDP’ê bixebitin. Lewre tenê xelasiya me bi serkeftina HDP’ê pêkan e.”

Dê biratiya gelan biserkeve

Yek ji welatiyên ecem ku em pê re axivîn jî dayika Guher bû. Dayika Guher jî ligel temenê xwe yê mezin li ser xwe ye û hêviyên mezin dihebîne. Dayika Guher bi moral e, ewqasî jî li dijî desthilatdariya AKP’ê bi bertek e û dibêje: “Divê kurd li rûmet û îradeya xwe xwedî derkevin, dengê xwe nedin partiyên pergalê bi taybetî jî AKP’ê. Em kurd û ezerî bi hev re pirsgirêkan çareser dikin, lê dewlet dixwaze em pevkevin.”

Dê HDP dawiyê li vê rewşê bîne

Bêguman kurdên Îdirê jî wekî her car ji rewşa heyî nerazî ne û li dijî AKP’ê bi bertek in. Yek ji welatiyê kurd ê ku em pê re axivîn Kinyas Çekîç e. Çekîç diyar dike ku piraniya gelê Îdirê bi cotkarî û sewalkariyê debara xwe dike lê di salên dawî de ne sewalkar, ne jî cotkar dikarin debara xwe bikin. Çekîç wiha dibêje: “Gelê me ne mîna berê ye. Ji ber dijminatiya li dijî kurdan, tifaqa faşîzan a AKP û MHP’ê xeleka dawî bû. Dîsa rewşa aboriyê ya têkçûyî bandoreke mezin li gel kiriye. Em bawer dikin dê HDP bi serkeftineke mezin dawiyê li vê rewşê bîne û li Îdirê her du wekîlan jî bişîne meclisê.”

Albuma Nûçeyê