ÇAND Û HUNER

Kurd bi wergerê bûn tirk!

Dem : 19 Tîrmeh 2018 Pêncşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Tunehesibandin û înkara kurdan a ji aliyê dewleta tirk ve berdewam e. Li gel ku di qada siyasî de kurd bi têkoşîna xwe ya bi salan hatine nasîn û hebûna wan hatiye qebûlkirin jî, di xebatên akademîk de rewş berevajiyê vê yekê ye. Di gelek xebatên akademîk de hebûna kurdan tê paşguhkirin û tune tên hesibandin. Ji ber vê nêzikbûnê di xebatên akademîk de cihên ku navê netewa kurd derbas dibe, bi navê netewa tirk tê guhertin.

Li gel ku kurd ji aliyê cîhanê ve tên nasîn û li ser dîrok û têkoşîna wan gelek xebatên akademîk tên kirin jî, li Tirkiyeyê rewş hê jî neguheriye û kurd di xebatên akademîk de tên înkarkirin. Mînaka vê yekê bi xebateke Rektorê Zanîngeha Artûklûyê Ahmet Agirakça ku xwe wek nûnerê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ê Mêrdînê dihesibîne careke din şênber bû. Derket holê ku Agirakça di wergera xwe ya pirtûka Dîroka Îslamê (El-Kamîl Fî’t-Tarîh) ya Îbnu’l-Esîr de, kurdan înkar kiriye.

Agirakça pirtûkê ji erebî wergerandiye tirkî û dijminahiya xwe ya li hemberî kurdan tê de raxistiye ber çavan. Di wergerê de cihên ku navê neteweya kurd derbas dibe ji aliyê Agirakça ve bi navê neteweya tirk hatine guhertin. Agirakça bi vê yekê re cihê kurdan ê di dîroka îslamê de înkar kiriye û gelek serpêhatiyên kurdan kirine malên tirkan. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokatiya Karê Diyanetê ya Tirkiyeyê jî beriya çend salan, li ser îslamê ansîklopediyeyeke ku ji 44 bergan pêk dihat amade kiribû û tê de cih nedabû kurdan.

 

Albuma Nûçeyê