ÇAND Û HUNER

Konsera Say hat betalkirin

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Konsera piyanîst Fazil Say ku dê di 14’ê tebaxê de li sahneya Cemîl Topuzlu ya Harbiyeyê bihata dayîn betal bû.

Konser ji aliylê şîrketa Atlantis Yapim ve hat betalkirin û Fazil Say têkildarî betalkirinê li ser hesabê înstagramê agahî da û wiha got: “Xemgîn im, bes tiştên ku min nivîsandine bixwînin. Betalkirina konserekê bêguman hunermendan xemgîn dike… Bi salan e ez tînim ziman û min di pirtûka xwe de jî behs kir; divê aştiya civakî pêk were, çand hevdû nas bikin, çandên rojhilat û rojava bigihêjin hev. Min di vê mijarê de gelek gotar nivîsandin dikarin lê binihêrin. Ez salê 120 konser didim û bawer bikin betalbûna konserekê min xemgîn nake, lê ez li ser navê welatê xwe xemgîn dibim. Atlantîs Yapim neçar ma ku konsera min a di 14’ê tebaxê de li Harbiyeyê bihata lidarxistin betal bike. Bêguman Erdal Beg dê piştî salan vê bûyerê bi kêfxweşî ji zarok û neviyên xwe re venebêje.” STENBOL

Albuma Nûçeyê