JIN

Kongreya Star: Azadiya Ocalan azadiya me ye

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Koordînasyona Kongreya Star a kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan ji bo azadiya jinan bi fikir û felsefeya xwe kedeke zêde da û wiha hat gotin: “Bi navê Kongreya Star em komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji dema ku rêber Ocalan ji Sûriyeyê derket komplo dest pê kir, paşê dîl hate girtin û niha jî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tecrîd li ser tê meşandin. Rêber Ocalan ji ber tecrîda ku li ser tê ferzkirin di rewşên nediyar de di girtîgeha Îmraliyê de dijî. Em wek jin nameya xwe bigihînin hemû dewletên ku destê wan di komployê de heye û tu kes nikare pêşî li fikrên azad ên rêber Ocalan bigire. Di fikrên wî de azadiya jinan serwer e û rêya jinan ku her tim di bin desthilatdariya sîstemên desthilatdar de bû, ronî kiriye. Ji ber wê azadiya rêber Ocalan azadiya me ye. Em ê heta azadiya wî ji girtîgeha Îmraliyê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Ocalan a li Îmraliyê û şermezarkirina tecrîda li ser wî bi dawî bû. GIRÊ SPÎ

Albuma Nûçeyê