CÎHAN

Komên çekdar teslîm bûn!

Dem : 08 Tîrmeh 2018 Yekşem

Piştî bombebarana hêzên Sûriye û Rûsyayê ya li Derayê, komên çekdar û Rûsya carek din li ser maseya muzekereyê rûniştin. Hate ragihandin ku komên çekdar teslîm bûne.

Li gorî lihevkirina di navbera komên çekdar û Rûsyayê de, komên çekdar xwestine li herêmê bimînin û çekên xwe deynîn. Polîs û leşkerên rûs dê li herêma Derayê werin bicihkirin. Daxuyanî ji aliyê berdevkê koma bi navê ‘Artêşa Sûriyeya Azad’ li xwe kiriye Îbrahîm Cebavî ve hate dayîn. Li gorî Cebavî lihevkirin agirbesta du alî, hêzên rejîmê dê ji gelek bajarên li başûrê Derayê vekişin.

Li Derayê yên ku otoriteya rejîma Sûriyeyê qebûl neke wê herêmê terk bikin û vegerin bakurê welat. Li Rojhilatê Gûtayê jî heman lihevkirin hatibû kirin. Çeteyên li vir ji bo herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hatibûn şandin. Tirkiye piştgirî dida çete û komên çekdar ên li Derayê.

Li Derayê ji roja şemiya borî ve di navbera Rûsya û komên çekdar de 5 caran hevdîtin hatin kirin. Roja çarşemê hevdîtina dawî bê encam ma û roja pêncşemê jî herêm bi dijwarî hat bombebaran kirin.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di nava rojekê de bi hezaran caran herêm hat topbaran û bombebaran kirin. DERA

Albuma Nûçeyê