POLÎTÎKA

KODAR û PJAK’ê projeya xwe ya hevpar ragihand

Dem : 13 Tîrmeh 2018 În

NAVENDA NÛÇEYAN

KODAR û PJAK’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din ên li Îranê, projeya xwe ya hevbeş ragihandin. Di raporê de tê destnîşankirin ku çareserî bi projeya li ser bingeha neteweya demokratîk û xwerêveberiya demokratîk pêkan e

Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji bo demokratîkkirina Îranê projeyeke hevpar aşkera kir.

Di projeya hevpar a KODAR û PJAK'ê de hate bibîrxistin ku KODAR sîstemeke ku peykerê wê konfederalîzma demokratîk e, ruhê wê jî neteweya demokratîk e û PJAK jî partiyeke pêşeng e di nav vê pergalê de.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew xwedî projeyek demokratîk û aştiyane ye û wiha hate gotin, "Li ser vî esasî şêwazên pergala komara Îslamî ya Îranê beramberî hebûna pirsgirêkên gelan, bi taybetî pirsgirêka Kurd bes nabîne û bi şêwazek radîkal dixwaze gavên kirdarî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve werin avêtin."

Di projeyê de hate destnîşankirin ku KODAR û PJAK ji Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd proseyeke siyasî dixwaze û diyar kir ku di çarçoveya neteweya demokratîk û xwebirêveberiya demokratîk de projeyekê pêşkêş dike.

Hate diyarkirin ku KODAR çareseriyeke demokratîk û bê şer dixwaze û ji bo gavên kirdarî jî 8 rehendên hiqûqî, hemwelatî, civakî, azadiya jinê, parastin, aborî, ekolojîk û dîplomatîk destnîşan kirin.

Di dawiya beşa encamê ya projeyê de jî wiha hate gotin, "Eger ew daxwazên civakê di projeya ku hatiye pêşkêş kirin de ji aliyê dewleta Îranê ve bi awayekî erênî neyê bersiv dayîn, berevajî vêya serlêdanên înkar, tunekirin û rêbazên derveyî mirovahî bide, KODAR wê ji bo otorîte û rêveberiya yekalî bikeve di nav hewldan û têkoşînê."

Projeya KODAR û PJAK'ê wiha ye:

Riwangeha Teoriyê

"Îran wekî welatek di çêbûna nasnameya kurd de xwedî beşeke girîng e. Di navbera kurd û farsan de nêzbûna ziman û çanda wan cihekî giring digire. Di Rojhilata Navîn de Îran dergûşa civakên xwezayî û azad ku lê jiyane û berdewam kirine ye. Li ser vî esasî her tim di nav hewldana azadiyê de bûye. Gelên Îranê di vê çarçoveyê de li ser esasê çandeke dîrokî ya derbasbûyî xwedî jiyaneke konfederal e. Dîroka wê bi têkoşerên azadîxwaz, civakparêz û nirxên komûnal hatiye nivîsandin. Bi taybetî gelên Îranê û gelê kurd ji serdema civakên xwezayî heta roja me ya îro xwedî dîrokek hevbeş bûye û li hemberî zilmê, neheqî û bêdadweriyê têkoşiyane. Dîrok, çand û zîhniyeta hevbeş li ser têkoşîna hev bi bandor bûye. Di dîroka qedîm de federasyona hevbeş ya qebîleyên kurd û farsan li dijî zilm û neheqiya serdestiya Asûriyan û heta sedsaliya 20’ an şoreşa 1979 têkoşîna gelan li ser hevdû bandor kiriye û wekî mînakên herî balkêş dndîrokê . Jiyana konfederal cewherê rasteqîn a çanda hevbeş û dewlemend li ser esasê yêkitiya dîroka gelên Kurd û Îranê  bi pêş ketiye. Çanda Zagrosan û Elborz xwedî rastiyên ku ji hevdû cûda nabin in.

Ji bo zindîkirina dîrok û zîhniyeta hevbeş, pêdivî bi ruhê neteweya demokratîk heye

Îran di wextê serdema modern de jî her tim bûye cihê têkoşînên demokratîk ên çepgir. Di vê wateyê de Îran di Rojhilata Navînde bûye welatekî têkoşînên hevbeş û têkoşînên civakî di astek herî jor de xwe lê derxistiye pêş. Şoreşa 1979 berhema têkoşîna hemû gelan û rêxistinên cuda yên civakî bûn. Ji ber xwedî dîrokek dewlemend ya civakî ye, ji ber wiye jî mohra xwe li sedsaliya 20 an daye. Ev şoreşa gelan berhemê hemû gelên Îranî de. Diyardeya vê heqîqetê ew e ku jiyan û têkoşîna hevbeş ya gelan berdewam dike. Di cewherê têkoşîna gelan de dadwerî û wekhevî heye. Ji ber wê jî li hemberî pergala wê demê helwesta herî baş nîşandan. Lê belê di roja me ya îro de encamê wê zêdekirina serweriya kapîtalizmê, dewleta Îranê li derveyî van rêgezan tevdigere. Lê di wextê xwe de li Îranê, bi têkoşîneke pir xurt ya şoreşa gelan a li dijî modernîteya kapîtalîst bi pêş ket. Rejîma Îranê di serî de bi dewleta Iraqê re kete nav şer û vegeriya dewletek desthiladar û bi vî awayî ji têkoşîna komunal ya gel dûr ket û xwe desthilatdariya netew dewletê re kir yek. Red û înkarkirina hemû cihê rengî, netew û nasnameyên din ji vê karektera navendperest û desthilatdariyê tê.

Civaka xwezayî û jiyana komûnal a civakî li vê derê bi pêş ket û bû erdnigariya dergûşa mirovahî û çanda civakbûnê. ji ber van sedemên dîrokî û civakî di vê demê de pewistî bi sîstemek demokratîk a gelan heye. Pêwîst e dewlemendî û cihêrengiyên civakî, siyasî û çandî  di nav pergaleke demokratîk de cih bigire û careke din şoreşên civakî û şoreşên gelan zindî bibin.

Di navenda dîrok û çanda civakî ya Îranê de rol û têkoşîna jinan diyarker e û hîn jî di têkoşîna gelan de di asta pêşengtiyê de xwe derdixe pêş. Îro jî çanda komunal û têkoşîna jinan eger bi nirxên demokratîk a têkoşîna gelan bibe yek û bingeha demokrasî û azadiya civakî.

Ji bo li ser esasê vê têkoşîna mezin a dîrok û zîhniyeta hevbeş careke din bê zindîkirin û înşakirin. Teqez pêwistî bi ruhê netewa demokratîk heye ku yekane hedef ev e.

Îran bi rewşa xwe ya heyî piştî çil salan ketiye nav qonaxeke nû ya guhartin û vegûhartinê. Qeyranên wêranker yên aborî, siyasî û civakî ku ji siyasetên‌ ne rast ên pergala Komara Îslamî ya Îran ên ku rû didin û bûne sedem ku gelên Îranê û bi taybetî jî rojhelatê Kurdistanê pirsgirêkên pir kûr bijîn. Kombûyîna siyaset li destê pergala serdest, siyaseta asîmîlasiyona li ser gelên kurd, belûç, azerî, ereb û hwd, newekheviyên aborî ku encamê siyasetên ne rast in, kirdariyên mîlîtarîstî û serdestiya sipay pasdaran di siyaset û dîplomasiya derve de, hemû encamên kaoseke zîhniyetiyê ne. Ji qeyraneke hilweşîna aborî zêdetir, qeyraneke siyasî û civakî derxistiye holê, vêya jî teqîn û şoreşeke gelan derxistiye holê û guhartineke demokratîk ferz dike. Eger dewleta Îranê ji daxwazên civakê re nebe bersiv û di qanûnên xwe de guhartinên demokratîk bi pêş nexe, dê metirsiyên mezin bên jiyîn.

Sê pirsgirêkên sereke hene

1. Civak bi qeyranên bêkarî, birçîbûn, hilweşîna exlaqî, feqîrî, têkçûyîna bingeha aborî, nakokiyên bi derve re, geşkirina faşîzmê, bi dîlgirtina civakê, zext li ser jinan bi şêwazên mêrsalarî û dewletperestî, bêwarkirina gelan, serdestbûna lîberalîzmê, zêdekirina darayî ya  ji bo spay dewletê.

2. Jinavbirina jîngeh û daristanan, çêkirina bendavên zêde û hişkkirina rûbar û golên mezin a bi armanca siyasî, neparastina dewlemendiyên jîngehê, mezinbûyîna bajaran bi şêwazên ne xwezayî ( wek nexweşiya penceşêrê) û nifûsa zêde, zêdebûna madeyên hişbir, dîsa pergala perwerde û tenduristiya şaş.

3. Zextên neteweyî yên li dijî gelan, belavkirina zîhniyeta yek dewlet, yek al, yek dîn, yek welat yek ziman û li dijî gelên din yekdestkirina mozaîka çandî, bi çavekî ewlehî nêzîkatiya pirskirêka kurd, belûc, ehwaz û navçeyên sînorî û neçareserkirina pirsgirêka gelên din ên Îranê û pêşîgirtina pêngavên siyasî, sepandina qanûn û hiqûqên dewletî li ser civaka medenî, serkutkirin û tûnd û tîjî li hember raperîn û şoreşa gelan bi şêwazên cur bi cur ên fîzîkî û çandî.

Bi giştî pêwîst e bê gotin ku qeyranên heyî ne tenê berhema dewlet û pergala wê ne. Belkî bi berçavgirtina rehendên derve yên pergala kapîtalizmê û zîhniyeta lîberal a Komara Îslamî ya Îranê li dijî gelan sedemên bingehîn ên van pirskirêkan in. Çawa li seranserî cîhanê kapîtalizm dixwaze jinan, gelan, bike kole, pergala Komara Îslamî jî di nav xwe de heman rolê dilîze. Ji ber vê jî pergala Komara Îslamî ya Îranê jî temamkerê pergala sermayedarî ya cihanê ye û bi qasî pergalê jî tawanber e. Pergala Komara Îslamî ya Îranê bi zêdekirina qeyranan hewl dide gelan û civakan neçarî teslîmyetê b‌ike.

Bi esasgirtina Hîlala Şiî re ji Yemenê heta Lubnanê şer dike

Şerê cîhanê yê sêyemîn ku li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve, şerê navbera du zîhniyetên modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk e ku navenda wê jî Kurdistan e. Hêz‌ên cîhanî û herêmî dixwazin ji kurdan sûdê werbigirin ji bo ku gelên Îran, Sûriye, Tûrkiye, Iraq û hwd gelên welatên din ên herêmê têk bibin. Pergala Komara Îslamî ya Îran li ser berjewendiyên xwe hem bi sermayedariya cîhanî re û hem jî bi xeta sêyem a gelên kurd, Îran û herêmê re bi nakok e. Bi esasgirtina hîlala şiî ji Yemenê heta Lubnanê şer gur dike. Ev şer bi çekên fûzeyî û teknolojiya herî pêşketî tê mêşandin û dibe ku piştî Afxanistan, Iraq, Sûriye û Îranê jî bigre nav xwe. Pergala heyî ya Îranê bersiva van metirsiyan bi hêza derve ya spayî ‌Qûds û serkutkirina gelan dide. Niha şerê cîhanê yê sêyemîn bi rehendên psîkolojîk, aborî, siyasî û civakî ketiye nav Îranê û egera şerekî leşkerî û destwerdanên cîhanî jî zêdetir kiriye. Rêya pêşîgirtina vî şerî jî ji aliyê komara Îslamî ya Îranê ve pejirandina daxwazên gelan û civakên Îranê ye. Ger ku wiha bedewam bike dê rojhilatê Kurdistanê jî bi vê rewşa heyî bibe navenda şerê hêz‌ên cîhanî û herêmî. Nabe ku gelên Îranê senaryoyên li dijî mirovahiyê çi ji hundir çi jî ji derve bi pêş bikevin ji bo xwe qebûl bikin. Li hundirê Îranê netew dewlet gelan serkut dike û dixapîne. Baskê reformxwazan jî çavên xwe ji serhildanên gel re digirin û li ser berjewendî û hêzê bi pergalê re dikeve nav danûstandinan. Hêz‌ên wek Amerîka û Ewropa dixwazin Îranê jî wekî Sûriyeyê lê bikin û navendên enerjî û çavkaniyên esasî yên Îranê bIxin destê xwe. Her wiha opozîsyona rast‌gir û çep‌gir hedefa wan ew e  ku dewletê birûxînin û ne xwedî bername û alternatîfek in ji bo pêşerojê. Ev jî dibe sedem ku potansiyela gelan ya şoreşê ji nav biçe û civak ji heft salî heta heftê salî di bin metirsyê de bimîne. Hêz‌ên cîhanî bi zext û şerê taybet bo gelan çarenûsê diyar dikin. Rojevên weke peymanên nukleerî yan jî bernameyên mûşekî‌ tenê ji bo desthilatdariyê ne û tu pêywendiya wan bi daxwaziyên civakê û nirxên azadî û demokrasiyê re nîn in. Serhildan û têkoşîna gelan nabe ku ji amûrên modernîteya kapîtalîst û serdestiya dewleta Îranê re bê hiştin, ji ber ku di rê û rêbazên wan de çareseriyek tune ye.

Ji bo rêveberî û neteweyeke demokratîk a li Îranê neteweyên kurd û Îranê serî hildan e

Kurdistan di vî şerî de di metirsiya komkujiyê de ye û bûye navenda teknîka şerê hêzên Rojavayî û dewlet‌ên berjewendîxwaz ên herêmî. Di vê rewşê de gelê kurd bi ruheke radîkal li kêleka gelên Îranê ketiye nav serhildanên demokratîk yên gelan ku bi daxwaza xwegihandina netewa demokratîk û xwerêveberiya demokratîk têdikoşin. Ji bo neteweyên Îranê , neteweya demokratîk û xwerêveberiya demokratîk rêgezeke jêveneger e. Demokrasiya civakî û demokrasiya neteweyî li ser esasê demokrasiya xwecihî ava dike. Tevgera azadî‌xwaz a gelê Kurd guhertin û çareseriyeke radîkal, demokratîk û azad dixwaze. Lê belê dewleta Îranê, hêzên opozisyon û hêzên cihanî ne xwediyê projeyeke demokratîk a bê şer in. Berevajî bi gemaroyên (ambargo) aborî, siyasî û gefên leşkerî li ser civakan metirsî û xeteriyê zêdetir dikin. Opozisyona klasîk û liberal jî tenê dibin hevkarên dewleta Îranê pêşengtiya gelan nakin û tu rexneyên radîkal jî qebûl nakin.

Şoreşa Demokratîk a Gelan

 Daxwazên Gel: Ji bo çareseriya qeyrana Îran û rojhilatê Kurdistanê pêwîstiya gelan bi projeyên hundir û derve heye. Di vê demê de civak û tevgerên azadîxwaz nabe ku projeyên derve û hundir ên navendgerî û antî demokratîk bipejirînin ku hîç çareseriyek bi xwe re nayne. Di guhartinên Îranê de li kêlaka projeyên navneteweyî û dewletî pêwîstî bi faktora têkoşîn û projeya gelan heye. Di nav dewletê de baskê lîberal ku xwe ji baskê muhafazakaran baştir dide nîşandan, tenê rola ji bo astengkirina şoreş û têkoşîna gelan e. Qeyranên zêde û cur bi cur bûne sedem ku potansiyela gelan derkeve holê. Li Îranê pêşiya çareseriya demokratîk a bi bandor ji aliyên reformxwaz û muhafazakar ve tê girtin.

b ـ Serhildanên gel pêngaveke esasî ji bo demokratîzasyonê ye: Sehildanên gel li seranserê zivistana 2018 de ku niha jî bi şêwazên grev û nerazîbûna esnaf, karker, jinan, cewanan û çînên cuda berdewam dikin, encama têkoşîneke bi dehan salan a derbasbûyî ye. Niha jî bi şêwazeke radîkal belav û bilind bûye. Bi van serhildananan gel fêm kiriye ku pirsgirêk çavkaniya xwe hem ji zîhniyeta dewletê hem jî ji zîhniyeta hêzên opozîsyonê ya heyî digire. Ji ber vêya jî têkoşîna wan ji bo vejîn û nasnameya xwe ne. Tu hêzeke hundir û dervede nikare van raperînên gelan rawestîne. Ev raperîn, raperîneke hevbeş e ji bo gihîştina zîhniyeteke hevbeş, di navbera gelên kurd, fars, belûc, azerî û ereb, ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk. Têkoşîna jin, ciwan û rêxistin‌ên medenî, hêza pêşeng ya van serhildana ne. Ji bo serkeftina van serhildanan nabe ku hem gel hem hêzên opozîsyon hem jî tevgerên azadîxwaz hêzên dewletî ku heta niha wan red dikirin piştevaniya wan ji bo xwe qebûl bikin belkî di warê îdeolojîk de pêwîst e li hember vê têkoşaneke radîkal bimeşênin. Her wiha eger dewlet û pergala niha dê Îranê ji bo pejirandina daxwazên gelan nabe ku ji bo gihîştina desthiladariyê, berjewendiyên teng û biçûk an jî hewildana rûxandina dewlet û pergalê bikin û li egera neqebûlkirina daxwaziyan jî pêwîst e têkoşaneke hem di warê teorîk hem jî di warê pratîk de bimeşînin. Bi qasî kûrbûna qeyran‌ û pirskirêkan civak jî hişyar û polîtîk bûye. Ji bo vê pêwist e ku civak li gel tevgerek berxwedêr ku xwediyê zîhniyet û hişmendiyeke rast cih bigire. Hilbijardeya gel pêwîst e radîkal be, eger wisa nebe dibe ku pergala Îranê jî opozîsyon jî wek xwe bimînin. Tenê hewildana gelan û qadên têkoşînê dikarin pirsgirêk û qeyran‌ên civakî û siyasî li Îranê çareser bikin. Eger pengavên siyasî pêk werin vêya jî tenê bi zanebûn û îradeya civakê pêkan e. Red an jî qebûlkirina daxwaz, maf û azadiya gelan ji aliyê pergala serdest a Îranê ve girêdayî hebûn û çalakiyên gelan ên li qadên têkoşînê ye. Niha ne dewlet dikare ji berpirsiyartiyên xwe bireve û ne jî gel dikare ji erkên xwe yên şorişgeryê bireve. Dîsa ne nerazîbûnên gel yên kêm û nebes ne jî wek heta niha sozên derewîn ên dewletê dikare ji vê pêvajoyê re bibe bersiv. Dewlet û pergala Komara Îslam a Îranê ji bo çareseriya qeyrana aborî, careke din weke berê xwe dike navenda hemû tiştî. Her wiha ji bo çareseriya qeyran‌ên civakî û siyasî jî hewl dide, ji berê zêdetir civakê mehkumî xwe bike û da ku nikaribe serhildanan pêk bîne. Pir vekirîye ku serhildanên dawiyê yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê derketine demkî nîn in û bi şêwazên cuda cuda dê berdewam bikin. Raperînên radîkal ên gel eger ku ji aliyê pergalê ve bên pejirandin jî pêwîst e heta ku digihîje armancên xwe yên nîhayî berdewam bike. Nabe ku rê bê dayîn ku hêzên pergal û opozisiyonê bi durûtî û rêketina hewldanan bêbandorkirina gel bidin.

Dibe ku çareserî û guhertina demokratîk bê dewlet û hêz‌ên derve jî pêkan be, eger pergala heyî razî nebe ku maf, azadî û daxwazyên gelan qebûl bike û pêk bîne, wê demê pêwîst e gel bi xwe ji bo demokratîzekirina welatê xwe gav bavêje. Dewlet demokrasiyê ji bo gelan bi pêş naxe, belkî gel bi ked û têkoşana xwe dikare demokrasiyê bidest bixe.

c ـ Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan: Eger pirsgirêkên hûndirîn ên welat bi riya aştiyane bên çareser kirin, pêwîste civak, pergala hûndirîn û aliyên navneteweyî neçarî derxistina komisyona lêkolîn kirina heqîqetan bike. Avakirin û bi rêvebirina komîsyana çareseriyê ji bo qeyran‌ên siyasî, aborî, dîplomatîk û leşkerî di navbera civak û sîstemê de kareke serekî ya civak bixwe ye. Ev komîsyona ji bo çareseriya demokratîk ya qeyran‌ên heyî ye û rê nedan bi destwerdanên leşkerî yên derve û nahêle ku li Îran’ê rewşeke weke Sûryê çê bibe. Rojevên weke nûkleer û terorîzm bi‌ destê dewlet‌‌ê hatine çêkirin, pirsgirêka dewletê bi civakê re û destwerdanên derve metirsyeke li ser gel û Îran dide çêkirin ku ber bi Sûriye bûyînê ve bibe.

d ـ Rêxistin‌ên Medenî-Demokratîk: Di vê pêvajoyê de, rêxistin‌ên medenî-demokratîk, beşekin ji opozisiyona civakî. Rêxistin‌ên medenî li kêleka civaka medenî nabe ku li pey bi dest xistina beşek ji dewletê bigerin, ji ber ku bixwe navend û esasa gûhertinê ne û ne beşek ji pergal yan jî li gel wana ne, belku hebûneke xweser û bibandorin. Civaka siyasî ـ demokratîk ne wek metirsî belku derfetan ava dike. Civakekî girêdayî dewletê be civakek nexweşe. Yekitiya gelan li qadên têkoşînê esase û xwepêşandan, mangirtin hewildan ji bo îradeya‌ demokratîk û xwe birêveberiya civak diyarkere. Têkoşînên civakên Îran’ê îro lêgerînên li beramber modêrnîteya sermayedariya hûndir û derve xwe gihandin bi modêrnîteya demokratîke. Hêza civak li beramberî pergala komara Islamî ya Îran’ê û sermayedariya cîhanî, hêza sêyeme û ji dervey hêza xwe hêzeke dîtir ji bo xwe esas nagre. Esas girtina hêzên derve tê wateya çarenûsekî wekî Sûriye, Êraq û Afxanistan. Tenê yek rê heye ev jî, xwebirêveberiya xwecihî a demokratîkên gelên Îran û Kurdistan’ê ye. Potansiyela serekî ya xwepêşandanên gel tenê evaya nîne, belku ji vê zêdetir û radîkal‌tir di rêdeye. Netew‌perestî, olperestî û şerên mezhebî tenê dikare gelan û olan bike dijberî hevdû û jinav bibe. Serbixweyiya fikirî tenê dikare civak û gelan ji qûrbanî bûyîn‌ên dûbare, pêvajoyên weke nûkleer, gemaroyên (anbargo) aborî, bernama mûşekî û rikbertiyên enerjî û hêz biparêze.

eـ Jin: Jin li serheldanên zivistanê yên 2018'an de xwedî roleke girîng ya pêşengtiyê bûn. Navenda têkoşînên demokratîk ya civakê ne. Êdî dijbertiya jinan li beramberî pergalê gihiştiye asta teqînê û her diçe azadiya jinan beramberî çand‌ên paşverû yên hindir û derve xwe misoger bike û bi destê xwe civakê rizgar bike. Dîroka şoreşên Îran’ê di pêşengtiya jinan de pêşketiye û pêşerojeke demokratîk û azad bê azadiya jinê ne mûmkine.

f- Ciwan: Ciwan piştî jinan weke qûrbaniyên dûyem li beramberî siyasetên pergala serdest, hêzeke bingehîn û pêşengin li dijî neheqî û zilmê. Êdî bawer nakin bi hindek aliyên sextekar û hilebaz ku dixwazin pergala komara Islam ya Îran’ê birûxînin lê, ji bo pêşerojê jî xwediyê tû pirojeya çareseriyê nînin. Ji BO çareseriya pirsgirêkên siyasî, aborî, tendirûstî û perwerdê û avakirina welatek demokratîk hêza sereke civak bixweye, pêşengtiya civakê jî ciwan dikin û nabe ku senaryoyên hûndir û derve ji boy xwe esas bigrin.

Proja Çareseriya KODAR û PJAK

Civaka demokratîk û azad ya Rojhilat’ê Kurdistan’ê (KODAR) li Îran û Kurdistan wekî hêzekî şoreşger, bi hişmendî Îran û Kurdistanê rewşa nebaş ku heyî û zehmetiyên civakê, derfet‌ û metirsiyê li ser dibîne.

KODAR sîstemeke ku peykera wê konfederalîsma demokratîke û rihê wê jî netewa demokratîke. Xwe rêveberiya demokratîk û demokrasiya xwe cihî bi vê sistemê derfetên pratîze bûyînê dibîne. KODAR ji bo azadiya gelan taybetî gelên Îran û Rojhilat’ê Kurdistan’ê têdikoşe. Xwedi pirojeyeke demokratîk û aştiyaneye. Li ser wî esasî şewazên pergala komara Islamî ya Îran beramberî hebûna pirsgirêkên gelan, taybetî jî pirsgirêka kurd bes nabîne û bi şêwazek radîkal dixwaze gavên kirdarî ji aliyê komara îslamî ya Îran’ê ve werin avêtin. Di heman demê de xwedî pirensîpeke têkoşînêye ku ji marjînal‌ bûyinê dûre û ji dewletan, pergalên serdest û aliyên siyasî û serbazî daxwaziya tû vebûnek nake. PJAK wek partiyeke pêşeng ji bo pêkanînê pergaleke demokratîk li nav sistema KODAR’ê de , li ser esasê azadiya neteweyên Îran û Rojhilat’ê Kurdistan’ê ji bo çareserî demokratîk amadeye. KODAR û PJAK ji Îran’ê vebûneke siyasî daxwaz dike ji bo çareser kirina pirskirêka Kurd û Îran. Li çerçeveya netewey demokratîk û xwe rêveberiya demokratîk de projeyek pêşkeş dike.

Nexşerêya KODAR’ê ya ji bo civak û gelan e

a ـ Girîngiya Serekî Civak

Her cure paşdekişîn li ser azadî û demokrasiya civakê weke xiyanet li şoreş û berxwedanê dibîne û hêza sereke ya berxwedanê ji civak dizane. KODAR nexşe rêyek radîkal ne ji bo dewletê pêşkeş dike, belku ji bo civak û gelan pêşkêş dike û bi armanca nîşan‌dayina riya rast ya têkoşînê pêşniyar dike. Dişta herî girîng dibîne bo çareseriyê bi rêxistinkirina gel û civakê ‌ û gava dûyem jî giringî dide pirojey‌ên çareseriya pergalên hûndir û derve, ku eger aşitiyane bin. Her cûre pirojeyên ku gelan wek hêza serekî esas nagirin ne rast dibîne. Pirsgirêkên civakê weke dozde pirsgirêkên bingehîn dizane:

 (dewlet û hêz), ( siyaset û exlaq) (zîhniyet), (aborî), (pîşesazî), (îkolojî û jînge), pirsgirêkên (malbat),( jin), hejmar (nifûs û cinsiyet‌perest), pirsgirêka (bajêrgerî, çîn û bûrokrasî, perwerde û tendirûstî), (militarism) (arteş ‌salarî) û (aşitî û demokrasî) ku li asta Îran, Kurdistan û cîhanê hevbeşên û li ser wî esasî giringiyê dide pirojeyên aşitiyane û demokratîk li hûndir û dervey Kurdistan ê. Islama çandî li hember Islama siyasî ya dewlet-netew, di civakên Îran’ê de her tim xwedî ciheke baweriyê bûye û civak lê xwedî derketiye , ew nirxên baweriya civakê li kêleka nirxên ehlaqî civakî ya KODAR ê ku bi demokrasiyê heremî ya azadîxwaz re dibin yêk.

b ـ Projeya Neteweya Demokratîk ya KODAR

Şerê neteweye ku armanca wan çêkirina dewletê û dewletê ku li pê yêk netewe , faktorên serekî yên pir xwîn ya serdema meye. Pênaseya serekî ya netew ewe ku gîrêdayî zîhniyet, fikir û baweriya hevbeşe. Di vê rewşê de neteweyên demokratîk civakên li nav cihanekî xwedî zîhniyetek hevbeş de jiyan dikine. Neteweyek wisa de mijarên ziman, ol, çand ,bazar , dîrok û sînorên siyasî ne diyarkerin tenê wek faktorin. Ji bo wê mijarên zihniyet xwedî roleke serekiye. Zihniyet pêwiste xwedî yêk pêyker û cisim be, di netewey demoktatîk de bingehê zihniyet xwe rêveberiya demokratîke. Civakên ku pişta xwe didin îradeyek azad û ser esasê zîhniyeteke hevbeş xwe rêve dibin otonomiya demokratî bi dest dixin. Otorîteya siyasî ya sistema xwerêveberiya gelan, otorîteya demokratîke ku KODAR xwedî vî modêlê ye ji bo gelên Kurd û Îran ê. Neh xalên herî giring ya sereke ji bo gihiştin bi netewey demokratîk mijarên çandî siyasî, aborî, civakî, hûqûqî, diplomatisî, komûnên demoratîk, hemwelatiya azad, hevjiyana azad û parastina cehweriye.

Çareseriya demokratîk û bê şer

KODAR avakirina neteweya demokratîk bi şêwazên projeyên bi sestemên xwe rêveberî demokratîk û demokrasiya xwe cihî xwe rêveberiyê pêşkêş dike û nêzîkatiyên pergala komara Islami ya Îran û civaka cîhanî li hember vê pirojeyê, helwesta xwe diyar dike. Dîrok derxistiye holê ku sistema netew dewlet li ser kurdan û gelên Îran’ê û pratîkên ne dadperwer û emniyetî çareseriyê bi xwere naynê. KODAR çareseriyeke demokratîk û bê şer dixwaze û rê na‌de ku tû aliyek bi soz û daxûyaniyên bê bingeh û şîlo li ser pirsgirêkek wekî pirskirêka Kurd ku bingehîn û cîhaniye, naxwaze êzîkatiyên ne girîng û yên ji rêzê nîşan bide. Pirojeya netewa demokratîk ji bo azadî û jiyana hevbeş ya gelane û li dijî bidest xistina hêz, parçekirina ax, welat, sepandina al, ol û netewe ye. Azadiya jinan bi qasî azadiya giştiya civak girîng dibîne û weke şoreşeke demokratîk ‌binav dike. Jinan, ciwan û ekolojî (jîngeh) wek sê rehendên şoreşê dizane û pirojeyên ku van sê rehendane di nav de nebin, weke klasîk, paşverû û ne radîkal dibîne .

c ـ KODAR û Rêgezên wê yê têkoşînê

Armanca KODAR pêkanîna demorasiya xwe cihî û azadî ser esasê xwe rêveberiya demokratîke, ji bo wê pergala komara îslam ya Îran jî bi şêwazê heyî qibûl nake KODAR asta têkoşîna xwe li gorî daxwaziya desthilatdariyan diyar nake. Pirojeya têkoşînê, ji bo gelane û wana nake qûrbaniyê rêketin yan jî şerê berjewendiyê. Parastina rewa û helwesta demokratîk li egera şerxwazî û înkara pergala serdest, yek ji pirensîbên bingehîn yên têkoşîna civakêye û eger dewlet û komara islamî ya Îran bi giştî amade nebin çareseriyeke aştiyane qebûl bikin, civak bixwe pêwîste dest bi kar bike û sîstema xwe rêveberiyê demokratîk ava bike û demokrasiyê li welat pêş bêxe li ser wê esasê pergal pêwîste bizanibe ku çareserî bê wê jî dikare pêş bikeve.

KODAR sîstemeke ji partiyekî berfirehtire, pirojeya wê jî Îran’î ـ Kurdistanî ye û ji bo hemî gela ne.

d ـ Çareseriya KODAR ji bo pirsgirêka Kurd

Niha pergala serdest a komara islam ya Îran’ê dikare ji rewşa niha bireve û Amerîka û bloka rojava jî dikare Kurdan û girîngiya rola wê înkar bike û berçav negire. Gelê kurd ji bo serxistina modêrnîta demokratîk li hember modêrnîta sermayedarî, potansiyeleke mezinin û KODAR tû hîzb û rêxistin‌eke medeni ya kurdî ji vê bê beş nake. Bi avakirina yekitiya netewiya kurdan û di heman demê de yekitiya gelên Îran’ê, hevpeymaniyên berfireh pêşniyar dike. KODAR daxwaziyên demokratîk yên civakê esas digire, li ser wî esasî tû carî pirojeyên‌ hêzên kurdî ku civakê parçe dikin û beşdariya demokratîk kêm dikin napejirîne lê, di heman demê de pirojeyên çareser‌iyê jî piştevanî wane dike. KODAR gûhertinên bingehîn tercîh dike li cihê restorasiyon (gûhertinên bi riwalet)، miyanerewî، reformasiyon û binajoxwaziyê. Siyaset‌ên KODAR bi derbasbûyina demê re kevin û bêbandor nabin, pêş‌bîniyên me rast derketine û helwestên KODAR ê di cihde û bi berçavgirtina pêşerojê bûne. Yekitiya netewiya kurdan û yekitiya gelên Îran’ê ji bo çareseriya pirsgirêkên dîrokî, herdû jî ji riwangeha KODAR’ê ve yek piroje, felsefe û zîhniyeta hevbeş dixwazin. KODAR li Îran û Rojhilat’ê Kurdistan tenê xwe esas nagire û rê nade ku aliyên din jî tenê xiwe esas bigirin. Esasa beşdariya demokratîk ya KODAR ji bo hêzên kurdî û herwiha hêzên Îran’î ne. KODAR rol û giringiya rêxistin‌ên medenî kêmtir ji partiyên siyasî nabîne û dixwaze li yekitiya netewiya demokratîk û pêvajoya çareseriya pirsgirêkan re beşdarî bikin û vana weke beşek ji opozisiyonê dibîne, ji dervey opozisiyonên jî aliyê dewletê. Rêxistin‌ên medenî weke beşek ji konfederasiyon û civaka medenî li beranber rêxistinên dewletê tê hesab kirin.

Bi baweriya KODAR, hêzên parastina rewa hêzeke li xizmeta pirojeya demokratîzasiyon li Îran û Rojhilat’ê Kurdistan’ê ye û hêzeke şerxwaz nîne, tenê ji bo parastin û xizmeta gel têdikoşe û ne weke gefek belku weke beşek ji derfetên civakiye.

h ـ Rehendên pratîzekirina projeyên demokratîzasyan a KODAR

KODAR ji bo avêtina gavên pratîkî û vebûna siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên Îran ê, bi şêwazeke zelal û radîkal rehendên pir giring behis dike ku bê vana hîç ‌ne hêzekî civakî, pergala Îran û civaka navnetewî nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber ku tekane riya rast «pirsgirêka demokrasî û demokratîzekirina Îran, qanûna bingehîn û demokratîzekirina netewî û li ser vî esasî gihiştin bi netewa demokratîk» dibîne. KODAR amade ye ji bo rê û rêbazên demokratîk pirskirêkan çareser bike bi formûla (devlet + demokrasî) yêkbûyîna siyasî û çandî ya Îran’ê esas digre û misogeriya demokratîzasyonê jî bi avêtina gavên pratîkî di wan rehendane de dibîne:

Ji bo gavên pratîkî 8 rehendên bingehîn

1ـ Rehenda hiqûqî: ji bo rehenda hiqûqî pêwîste zemîn bên amadekirin qanûnên bingehîn yên heyî bibe qanûnên demokratîk yên bingehîn û mafên gelan, baweriyan, jinan û rengên din yên civakê lixwe bigire û biparêze. Her wiha mafên takekesî û komînal yên civakê pêwîste werin berçav girtin û pêwîste mafên take kesî û kolektîv li qanûnên bingehîn yê demokratîk de bi şêwazeke zelal werin pênasekirin.

2ـ Rehenda hemwelatî navçeyî: welata havbeş û yekitiya wê pêwîste bi şêwazeke bê pênase kirin ku hemû gel û neteweyan li xwe bigire û ferdê azad, hemwelatiyên demokratîk ya/ê wê bin. Her wiha ev welatê hevbeş cihê jiyana civaka ekolojîk, demokratîk û hemû cihe rengî bikarin azad li navde siyaset bikin û di birêvebirina wê de beşdar bin.

3ـ Rehenda civakî: Civak xwedî pêdawîstiyên girîng yên jiyanî weke «perwerde, tendirûstî, spor, çand û ‌hiqûq»e. ji bo wan pêdawîstiyêne civak û dewlet dikevin nava pêwendî û rikbertiyê û xûyaye saziyên dewlet yên heyî nikarin di vî warîde erkên xwe pêk bînin. Gelê Kurd geşepêdana zimanê kurdî, li çarçoveya netewa demokratîk de saziyên perwerde û çanda xwe berfireh dike. Gelên Îran û taybet Kurd beşeke giring ji yekparçebûyîna çanda Îran û kurdistanin û bê wana tû pirsgirêkek nikarin çareser bibin û ji ber wî jî pêwîste ji bo çareseriyê bên esasgirtin.

4ـ Rehenda azadiya jin: Di îranê de di hiqûq, siyaset, aborî û rêveberiyêde li dijî jinan zext, neheqî û zilm heye û sedema wê jî zihniyeta mêr salariya civakî û dewlete. Bê azadiya jinan, azadî û demokrasiya civakî nikare pêş bikeve. Ji ber wê jî mafê xwe îfadekirin û rêxistin kirin û bi awayêk vekirî û zelal qanûna bingehîn de pêwiste bê garantî kirin. Bê çareseriya pirsgirêka jin, behis kirina çareseriyê bê wateye.

5ـ Rehenda parastin: Rehenda parastin pêvajoya çareseriyê, diyarkirina qanûn û pêwîstiyên pêvajoyê dixe bin bandora xwe. Kurd bi metirsiya qirkirinê rabûne û ji azadiyê bêbeş mane. Di parastina civakî de bi taybetî ji bo Kurdan garantiya qanûnî pêwîste lê, viya tenê têrker nîne. Li egera pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, sazî û hêzên emniyetî û serbazî yên Îran’ê pêwiste bi şêwazeke radîkal werin gûhertin û di heman demê de hêza parastina rewa ji bo parastina ewlekariya civak, welat û demokratîzasiyon li Îran û Kurdistan’ê derfeteke ji bo jiyana hevbeş û aşitiyane û metirsiyek ji bo tû aliyekî çênake.

6ـ Rehenda aborî: KODAR bi rêbaza komûnên aborî, li hember talanên sîstematîk yên kapîtalîzmê parastina civak û jîngeyê dike. Belav kirina çanda kara hevbeş ji bo pêkanîna pêdawîstiyên weke aboriya rastî dibîne û giringî dide pêwendiyên aborî yên ku li şûna berjewendiyên teng, pêwîstiyên civakê esas digrin. Pêwîst dibîne ku darayî û çavkaniyên welat di hemî beş û navçeyan û dinava hemî çînên civakê de bi şêwazeke wek hev bên dabeş kirin.

7ـ Rehenda ekolojîk: Endûstiryalîzm, sermayeperestî û talankirina çavkaniyên xwezayî bi şêwazên çêkirina bendav û xirakirina jînge û ekosîstem bûye sedema pirsgirêkên jîngeyî weke qeyrana avê. Li ser bingehên exlaqî pêwîstî bi hewildanên demokratîk û hevkariya civak û dewletî hene. li ser vê bingehê paradîgmaya KODAR demokratîk û ekolojîke û dixwaze di wê rehendê de gûhertinên bingehîn bên çêkirin.

8ـ Rehenda dîplomatîk: KODAR nimûneye kî herî gûncav ya çareseriyeke demokratîk li asta Îran’ê de pêşkeş kiriye. Bê berçavgirtina cûdahiyên etnîkî û netewî ne mûmkine pirsgirêkên Îran çareser bibin. Demeke pir dirêje ku desthilatdarên Îran’ê bi çaveke emniyetî û parçeger li Kurd û Kurdistan ê mêyze dikin, viya riwangeheke neraste û berovajê viya KODAR sîstemeke ku bê gûhartina sînoran, esas girtina hêza leşkerî û şer ji bo çareseriyê hewldana avakirina civakekî dike ku hemû gelên Kurd, Fars, Belûç‌, Ereb û Tirk‌(azerbaycanî‌) û ... di nav xwe de dihewîne û lixwe digre. Vî modêla çareseriya KODAR ne li dijî dewletane, belku konfederalîzma demokratîk û yekîtiya civaka medeniye û di wê baweriyê deye ku hewldanên diplomatik yên dewletan bi tenê nikarin çareseriyê pêş bixin.

ENCAM

Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, pêwîste rêveberiya civakî bi şêwazên desthilatxwazî û xwe rêveberiya demokratîk weke hev nebîne. Rêveberiya demokratîk û hêza hegemonîk dû paradîgmaya rêvebirinên cûdane. Rêveberiya desthilatxwaz bi riya belavkirina ferdperestî hewl dide civakê parçe bike û qeyranan kurtir bike. paradîgma netewa demokratîk ya KODAR ê wekhevî li ser esasê berçavgirtina rengên cûda û azadiya civakê dike armanca têkoşînên xwe. Her hemwelatî û endameke netewa demokratîk xwedî sê erk û misyone:

Erkên ronakbîrî. 2ـ erkên exlaqî. 3ـ erkên siyasî. KODAR bi sûdwergirtin ji wan hersê madeyane dozde pirsgirêkên civakê çareser dike. Dervey wana jî, gûhertina qanûna bingehîn ya Îran’ê bi qanûnên demokratîk pir giring û jiyanî dibîne. Pêwîste qanûnên bingehîn de bi şêwazekî vekirî Îran weke welatê hevbeş yê hemû gelan, zayendan, bawerî û nasnameyên cûda bê pênase kirin û garantiya wiye jî di piratîkê de pêşkêş bike. Berdewamiya rewşa niha ne mûmkine. Pêşengtiya gelên Îran’ê û mafê wane ji bo gavên piratîkî rewa û parastiye, tenê bi esas girtina civak û qebûlkirina daxwaziyên wan, çareserî pêş dikeve.

KODAR Civaka DemokratîK û Azad a Rojhilatê Kurdistan, di pêşengtiya pêkhateyên civakî û rewşenbîrî de modeleke neteweyê demokratîke. Pirskirêkên KODAR bi netew-devletê yê heyî re, qanûnî û resmî naskirina îradeya wiye ye. Rûxmî ku giringî dide rêxistinên qanûnî û rêxistinên demokratîk, lê belê di egera ne qebûl kirina dewlet Îran’ê de yê rê li pêşiya dû otorîte û rêvebiriyên cûda vebike ku bi xwere kur kirina nakokî û aloziyan çêbike. Eger ew daxwazên civakê di projeya ku hatî pêşkêş kirin de ji aliyê dewleta Îran’ê de bi awayekî erênî neyê bersiv dayîn berovajî viya serlêdanên înkar, tûne kirin û rêbazên dervey mirovahî bide diyarkirin ku KODAR yê ji bo otorîte û rêvebirya yêk alî bikeve nav hewildan û têkoşînê de."

Albuma Nûçeyê