CÎHAN

Koçberên El Rukbanê li benda alîkariyê ne

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Rêxistina navneteweyî UNICEF’ê bang li aliyên şerê Sûriyeyê kir ku rêya alîkariya tenduristiyê li koçberên Sûriyeyê yên kampa El Rukbanê ya li nêzî sînorê Urdunê vebikin. UNICEF’ê çalakvanên girêdayî hêzên rêjîmê û Rûsyayê tewanbar kirin ku kamp dorpêç kirine.

Rêxistina Navneteweyî ya Mafên Zarokan(UNICEF) banga alîkariya koçberên Sûriyeyê yên ku li kampa El Rukbanê asê mane kir. Rêveberê herêmî ya rêxistinê li herêma Rojhilata Navîn û bakurê Sûriyeyê Xeyret Kablarî di daxuyaniyekê de diyar kir ku UNICEF bang li hemû aliyên şer û aliyên xwedî bandor dike ku rêya alîkariya tenduristiyê ji bo zarok û malbatên ku di kampa El Rukbanê de ne vebikin.

Her wiha da zanîn ku di van 48 saetên dawî de du zarokên din ji ber rewşa dijwar ku nikaribûne xwe bigihînin nexweşxaneyekê mirine û wiha domand: “Kilînîka ku alîkariya xwe ji Neteweyên Yekbûyî werdigere û di hundirê Urdunê de li nêzî sînorê Sûriyeyê dixebite xizmetên xwe yên sereke ji bo rewşên awarte pêşkêş dike û pêdivî bi sponsoriyeke tenduristî ya pispor heye. Kablarî hişyarî da ku rewş dê dijwartir bibe. Nemaze ji ber ku rewşa 45 hezar kesan ku piraniya wan zarok in bi hatina demsala zivistanê dijwartir dibe.

UNICEF li aliyekî din koma “Koordînekarên Bersivdayîna Sûriyeyê” ya girêdayî hêzên rêjîmê û Rûsyayê tewanbar kir ku kampa El Rukban dorpêç kirine û nahêlin alîkariyên mirovahî derbasî kampê bibin. Her wiha hişyarî da ku embara madeyên xwarinê dê di hefteyekê de vala bibe. ŞAM

Albuma Nûçeyê