CÎHAN

Koalîsyonê hûsî topbaran kirin

Dem : 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Hêzên Yemenê piştî ku navendên hûsiyan bi dijwarî topbaran û bombebaran kirin ber bi bajarê El Hedîda ya rojavayê Yemenê ve pêşve diçin.

Her wiha çavkaniyên herêmê ji El-Hedîda diyar kirin ku bi dehan kuştî û birîndarên El-Hûsiyan di saetên dawî de gihan nexweşxaneya bajêr.

Ji aliyekî din ve jî balafirên kooalîsiyonê amadekariyên El-Hûsiyan li derdora Midûriyeta Zibêd û herêmên rojhilatê El-Meşreî, derdora El-Cerahî, El-Tehtiya û El-Huseyniya li eniya rojava ya beravê rûxandin.

Girêdayî mijarê li Mûdîriyeta El-Dirêhmî ya başûrê El-Hedîda şerê giran rû da. Tenê herêma Mezarî maye ku têkeve bin serweriya artêşa Yemenê. Hate diyarkirin ku hêzên Yemenê li wê derê operasiyon pêk tînin da ku ber bi El-Hedîda ve biçin. SANA

Albuma Nûçeyê