CÎHAN

Koalîsyona Erebî hêz rêkir Hece û El Hudeyîdayê

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Şer di navbera artêşa Yemenê ya ku desteka xwe ji Koalîsyona Erebî û hêzên hûsî distînede li gelek parêzgehên Yemenê didome. Ji ber vê yekê Koalîsyonê Erebî hêz rêkir parzêgehên Hece û El Hudeyîda . Li gorî televizyona El Erebiya, artêşa Yemenê tenê 3 km maye ku bigihîje bajarokê Baqim ê girêdayî parêzgeha Seda.

Artêşa Yemenê piştî ku Erebistana Siûdî desteka leşkerî rêkir, xwe amade dike ku li bajarokê Hered li dijî hûsiyan dest bi şer bike. Her wiha balafirên Koalîsyona Erebî jî navendên hûsiyan li parêzgeha El Beyda û El Cof bombebaran kirin.

 Televizyona Skynewsê got ku hêzên Yemenê operasyonên paqijkirinê li derdora başûr û rojavayê bajaroka El Tehtiya ya ku dikeve aliyê başûrê parêzgeha El Hudeyîda ya li ser berava rojavayê Yemenê berdewam dike. SANA

Albuma Nûçeyê