CÎHAN

Koalîsyona Ereb dest bi operasyonê kirin

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Li Yemenê Koalîsyona Ereb bi ser bajarê Hudeydê de ku di kontrola milîsên Husî de ye, operasyon dane destpêkirin.

Hêzên bi ser serokkomar Abd Rabbû Mansûr Hadî de, bi desteka Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî 13’ê hezîranê li Hudeydê operasyon dane destpêkirin. Ev der yek ji bendergeha sereke ya Yemenê ye. Balafirên şer ên Koalîsyonê û keştiyên şer mewziyên Husiyan bombe kirin.

Yek ji hêza herî mezin a Koalîsyonê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî bi çarçoveya hevdîtinên di bin banê NY’yê de Sêşemê bang li milîsên Husî yên bi desteka Îranê kiribû ku heta sêşemê bendergeha Hudeydê berdin.

Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî bi çarçoveya stratejiya ku Husiyan li sînorên paytexeta Sanayê asê bike, van rojên dawî li perava rojavayê başûr ber bi bajêr ve bi pêş ve çû. Koalîsyon bi kontrolkirina Hudeydê ku ji bo alîkariya însanî deriyekî girîng e, dixwaze li ser masê destê Husiyan qels bike.

Neteweyên Yekbûyî bi fikar e ku ev operasyon bandorê li alîkariya mirovî ya ji bo Yemenê bikin, ku ji 100’î 70’ê ya alîkariya mirovî di ser Hudeydê de ji Yemenê re diçû. SANA

Albuma Nûçeyê