NÛÇE

Koalîsyon û HSD’ê li Hesekê jî dest bi dewriyeyên hevbeş kir

Dem : 03 Sermawez 2018 Şemî

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî bakurê Sûriyeyê, hêzên koalîsyona navneteweyî bi şervanên HSD’ê re li ser sînor dest bi dewriyeyên hevbeş kir. Hat zanîn ku dewriyeyên ku duh li Kobanê û Girê Spî dest pêkirin, îro li Serêkaniyê û Dirbêsiyê jî hatin destpêkirin

Dewleta tirk a dagirker bi armanca têkbirina pergala Federaliya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkbirina destkeftiyên gelê kurd û dagirkirina herêmê ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha bi awayekî tund êrîşî rojavayê Kurdistanê dike. Di vê çarçoveyê de jî komên çete yên DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam û OSO’yê weke amûrek bikaranîn. Bi têkçûna çeteyên wê re jî di serî de Cerablus, Ezaz, Bab û Efrîn, rasterast kete nava axa Sûriyeyê û dest bi dagirkirinê kir.

Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ev demek bû ku li hemberî rojhilatê çemê Firatê jî gef dixwarin. Piştî civîna çaralî ya li Stenbolê ku bi tevlêbûna Rûsya, Almanya, Franasa û dewleta tirk pêk hatibû, di serî de serokê AKP’ê Erdogan, gefên hikûmeta faşîst ên li dijî Rojava jî tundtir bûn. Li ser gotina Erdogan a; ‘me li hemberî rojhilatê çemê Firatê dest bi operasonê kir’, hêzên artêşa tirk di serî de Girê Spî û Kobanê bi çekên giran êrîşî gelek herêmên Rojava kir. Di encamê de jî sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin.

Rayedaran bang kir

Li hemberî van kiryarên hovane û yên dagirker ên dewleta tirk, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî dev ji operasyona xwe ya ji bo rizgarkirina bajarokê Hecînê ku bi navê ‘Şerê Tunekirina Terorê’ hatibû destpêkirin, rawestand. Her wiha rayedarên bakurê Sûriyeyê jî bi awayekî vekirî bang li hêzên koalîsyonê kir ku li hemberî êrîşan helwesteke zelal nîşan bidin.

Dewriyeyên hevbeş dest pê kirin

Bi bangên rayedarên bakurê Sûriyeyê re, duh hêzên koalîsyonê tevî şervanên YPG, YPJ û HSD’ê li ser sînorê Girê Spî û Kobanê dest bi dewriyeyên leşkerî kir. Li gorî agahiyan, hêzên koalîsyona navneteweyî îro saet di 10.00’an de jî li ser sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de li navçeyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê yên girêdayî kantona Hesekê jî dest bi dewriyeyên leşkerî kir. Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk duh li Nisêbînê bi sedan çete bi cih kiribûn.

Encama êrîşên dawî

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama êrîşên dewleta tirk ên dawî de, endamekî Hêzên Erka Xweparastinê û zaroka bi navê Sara Mistefa şehîd bûn. Her wiha nûçegihanên ANHA’yê yên ku êrîşên dewleta tirk dişopandin Gulîstan Mihemed û Îbrahîm Ehmed jî birîndar bûn. HESEKÊ

Albuma Nûçeyê