CÎHAN

Kiselev: Rojnamegeriyê tune dihesibîne

Dem : 04 Pûşper 2018 Duşem

Kievê li rojnamegerê RIA Novosti ya Litvanyayê Irina Visokoviç a ku ji bo şopandina doza Gerînendeyê Giştî yê RIA Novosti ê Ûkranyayê Kiril Vişinskiy çûbû wir, daxwaza sîxurtiyê kir. Midurê Giştî yê ajansa Rossiya Segodnyayê, ku Sputnik û Russia Today (RT) jî girêdayî wê ne, Dmitriy Kiselev derbarê mijarê de daxuyanî da.

Xwestin Visokoviç bikin sîxur

Rêveberiya Kievê li rojnamegerê RIA Novosti ya Litvanyayê Irina Visokoviç a ku ji bo şopandina doza Gerînendeyê Giştî yê RIA Novosti ê Ûkranyayê Kiril Vişinskiy çûbû wê derê, daxwaza sîxurtiyê kir.

Kiselev derbarê mijarê de ji bo Sputnikê axivî û ev tişt gotin, “Ev hewldan dide nîşandan ku rejîma Kievê karê rojnamegeriyê tune dihesibîne. Xwestin Visokoviç bikin sîxur. Ji bo Kievê tenê ev tiş pêwîst in. Li rojnamegeran dixe, wan ditirsîne, dersînor dike, ji ber ‘xayintiya welat’ dike davêje girtîgehan.”

Kiselev got, pêwîstiya Kievê ne bi rojnamegeran, bi fîguranên wekî rojnamgerê mixalif ê rûsî Arkadiy Babçenko yê ku pêşiyê qaşo hate gotin ku hatiye kuştin, roja din derket ku heye.

Serokê Serwîsa Ewlehiyê ya Ûkraynayê Vasiliy Gristak gotibû ku rojnamegerê rûsî Arkadiy Babçenko yê hatibû gotin ku hatiye kuştin, nemiriye û kesê ku hewldana kuştinê kirine bi operasyoneke taybet hatiye girtin. Gritsak îdia kiribû ku wî sûcdarî ji Rûsyayê ferman stendiye û gotibû ku belavkirina agahiya kuştina wî jî perçeyekî operasyonê bû. MOSKOV

Albuma Nûçeyê