JIN

Kevneşopiya dayika xwe didomîne

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Li Botana ku kevneşopiyên kurdistanî heta îro hatiye, şopa keda mezin a jinan lê heye. Jinên li quntarên Gabar, Cudî û Bestayê dîrokê diparêzin, piranî alavên rojane yên bi kar tînin, bi destên xwe çêdikin. Jin bi taybetî ‘doxînên’ ku bi destan çêdikin, bi baldarî û karkeriyek mezin dihûnin. Bi bendên rengîn ên li text û derziyan girê didin, bi hunerek mezin wê dihûnin. Doxînên ku çêdikin jî li her derê bi kar tînin.

Hacer Encu ya ku vê kevneşopiyê ji dayika xwe hîn bûye, diyar kir ku dayika wê her tim di demên vala de vî karî dikir û wiha got: “Çêkirina wê pir ne zehmet e, tenê mirov tevgerên wê jiber dike. Ne bendên dirêj û qalind, divê yên kin û zirav bin. Mêr van ji bo şalên xwe jî bi kar tînin. Em bi çenteyên davên milên xwe jî didirûn. Pir zexm in. Qut nabin.”

Her wiha Encu anî ziman ku ew vî karî fêrî keça xwe jî kiriye û wiha vegot: “Dema me vala derbas nabe. Em ji xwe re pê re mijûl dibin. Divê ev huner neyê jibîrkirin. Kesên li bajaran van çênakin lê divê ne wisa be. Divê mirov kevneşopiya xwe ji bîr nekin.” ŞIRNEX

Albuma Nûçeyê