NÛÇE

Kevirên qeyûm mehekê îdare kir!

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

NAVENDA NÛÇEYAN

Navçeya Sûra Amedê ku ji hêla dewletê ve hat xirakirin xwedêgiravî dest bi çêkirina wê hat kirin. Li şûna ku kolanên Sûrê diviyabû bi kevirên bazalt ên dîrokî bihatana çêkirin, kevirên çîmento hatin danîn. Ew kevirên ku bi çîmentoyê hatine danîn yek bi yek dişkên û rê ji berê xirabtir dikin.

Beriya mehekê kolana Melîkahmet a li navçeya Sûr a Amedê ku ji hêla qeyûm ve hat çêkirin hildiweşe. Kevirên çîmento ku li kolanê hatin bicihkirin yek bi yek ji cihê xwe derdikevin û hatiye asta ku êdî wesayit nikaribin di rê re derbas bibin. Esnafên li ser kolanê  diyar kirin ku ji ber binê kevirên li kolanê hatine bicihkirin bi çîmentoyê hatiye tijîkirin, kevir yek bi yek xwe ji hev berdidin û ji cihê xwe derdikevin.

 

 

 

 

Albuma Nûçeyê